Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

Nêrînek li raman û hizrên dijber li cîhana Îslamê da

Nêrînek li raman û hizrên dijber li cîhana Îslamê da
  • Morteza
  • 2017-12-25 14:12
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 803
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Ramana îmamên Ehlê Beytê (selamên Xuda li wan bibarin) li pey wefata Pêxember (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) ser navê binemala wî hezretî û her wiha duyemîn çavkanî ya giranbiha ya Îslamê li kêleka Qur’ana Pîroz, ramana serekî û esîl a Îslamî dihata hesabê; ew bîr û ramanên ku digel ramana Îslamî li hev nedibûn, an jî ne hevrê bûn digel ramanên îmamên Ehlê Beytê (selamên Xuda li wan bibarin), bîr û hizrên dijber dihatan hesabê; ji ber vê yekê em dikarin bêjin Ehlê Kitêb yekemîn dijberên fikrî û ramanî di cîhana Îslamê berçav bûn; çiko yên Cihû, Fileh û Zerdeşt ku ji Ehlê Kitêbê bûn, hema pêşiya hinartina Pêxember (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) têkiliya wan bi gelê Ereb re hebû, Musilman jî di demê hinartina Pêxemberê Îslamê (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) têkiliya wan digel peyrewên wan sê olan hebû; çimko Cihû ne tenê li hicretgeh û navenda hukûmeta Pêxemberê Xuda (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) ango bajarê Medînayê, belku li hemî aliyên girava Erebîstanê dijiyan û bivê nevê çi bi awayê fîzîkî û çi bi awayê fikrî ve raberê wî hezretî dibûn ku di encamê da mecbûr man û bajarê Medînayê terk kirin. Ewên ku vemayîn jî, di demê xelîfeyê duyem de ji girava Erebîstanê hatin qewirandin. Lêbelê çawa ku serzemînên hukûmeta Îslamî berfireh bû, Musilmanan li Îraq û Şam û Filestînê digel Cihûyan rûbirû bûn û rêberê Cihûyan ji aliyê xelîfe dihata bijartin. [1]

Fileh jî hema di demê Pêxember (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) da têkiliya wan digel Musilmanan hebû, çîroka Filehên Necranê  hatina wan berew Medînayê û qiseta “mubahile” di Qur’ana Pîroz da hatiye. Filehên rojhilatê, tevî Îran û Îraqê, di destpêkê de peyrewê dêrên Ermenîstanê bûn û rêberê wan jî bi naznazê Casilîq dihata naskirin. Ewan ji dêrên Rûm û serokê wan Pap fermanberî nedikiran.[2] Filehên Rûmê, ji fîrqe ya Melikiyayî bûn û Filehên Îran û Îraqê ku Nestûrî û Ye’qûbî bûn di çavê wan da rêşaş bûn; lewra Filehên Rojhilat û Rojava qet li hev nedikiran, bi wî qasî ku êdî rêberên Filehên Rojhilat ji aliyê xelîfeyê Musilmanan dihata bijartin.

Zerdeştiyan jî di demê Resûlê Xuda (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) têkiliya wan digel Musilmanan hebû û di navçeyên rojhilata girava Erebîstanê û her wiha di Yemenê da dijiyan; vê çendê di hinek ji peymanname û nameyan di demê Resûlê Xuda (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) tê dîtin.[3] Li pey vegirtina Îranê di zemanê xelîfeyê duyem de, di herêma rojhilata cîhana Îslamê da Zerdeştiyan cih girtibûn; çiko xelkê Îranê hêdî hêdî Îslam qebûl kirine û qebûlkirina wan jî bi sedan sal dirêj bûye.[4]

Lêbelê fîrqegerayî di navbeyna Musilmanan da û derketina bîr û bawerên rêşaş, piştî wefata Resûlê Xuda (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) peyda bûye. Herçend zemîneyên xurifîn û rêşaşîyê di demê Resûlê Xuda (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) hebû. Lêbelê piştî rihleta Pêxemberê Xuda (sx) ewan rêşaşî û nakokiyan eşkere bûn û bi vî awayî fîrqeyên cûrbicûr ên dînî û rêçkên muxtelifên mezhebî derketin holê. Herçend ne bi qasî ku hinek ji nîvserên kitêbên derheq fîrqe û mezheban da hewil dane ku ewan fîrqeyan zêde nîşan bidin, yên wek Şehrîstanî ku tenê jibo rastderanîna jipêşgotinek ku hatiye nisbetdan bal Resûlê Xuda (sx) ve ku kerem kiriye wê ummeta wî bibin 73 fîrqe û mezheb.[5] Çiko eger em çavê xwe li seneda hedîsê bigirin jî, gelek ji wan fîrqeyên ku Şehrîstanî ji wan nav biriye, pîvangek ji ehlê dojeh bûna wan ra tune, çawa ku li hedîsê da hatiye; dîsa jî çêdibe ku ew hedîs hemî dem û dewranan ber xwe bigire heta roja qiyametê.[6]

Her çawa be, em dikarin nakokî û veqetîna Musilmanan ji hevûdu li du pişkan da lêbikolin; yek ji wan pirsgirêka “îmamet” û cîgiriya Resûlê Xuda (sx) daye û yê dî jî hema esas û zanista dînî ye.

Derbarê îmamet, nakokiya dinavbeyna Musilmanan da hema ji roja “Seqîfe” da destpê bû; “amme” yên ku pişt re ser nave “ehlê sunnet” hatin naskirin, bawerî hebûn ku “îmamet” meseleyek dinyayî ye û xelk bixwe an jî hinek bi nûnerîtî ji aliyê wan dikarin kesek ji Qureyşiyan jibo xilafetê bibijirin; herçend hinek hebûn ku digotin ne şert e ku xelîfe ji Qureyşiyan be.[7] Ev fîrqe ji xelkê, alîgirê meseleya “xilafet”ê bûn û piştî sala çil a koçî ya heyvî ji wan ra hat gotin “ehl-ul cema’et” û ew jî hukûmet û desthilatdarî ya Benî Umeyye û Benî Merwan û Benî Ebbasiyan bi awayek fermî qebûl kiribûn.[8] Di vê navberê de, cereyana siyasî ya Osmanî ku ji xilafeta Osman û piştî wî jî bi alîgiriya ji hukûmeta Emewiyan rêk û pêk bûbû, ji aliyê fikrî ve rê li ber vê cereyan a siyasî vedikir û hemî xebat û hewilên dijberên Mîrê Bawerdaran Îmam Elî (selamên Xuda li wî bibarin) şer’î û qanûnî dida nîşandan.

Lêbelê peyrewên Ehlê Beytê (selamên Xuda li wan bibarin), li pirsgirêka “îmamet”ê tenê bi çavê meqamek siyasê lê nanêriyan, belku di baweriya wan da, ev meseleyek îlahî ye ku pêwîste “îmam” ji aliyê Xuda û bi rêka Pêxember (sx) bê destnîşankirin û bijartin. Di baweriya wan da kes xêncî Îmam Elî û zarokên wî yên paqij (selamên Xuda li wan bibarin) kes ne layiqê vî meqamî ye [9] û di nêrîna wan da di meseleyên dînî da fermanberî ji “îmam” pêwîst û ferz e. Herçend piştî şehadeta Îmam Huseyn (selamên Xuda li wî bibarin) tevî destpêbûna dewrana teqiye/xweparêzîyê û dûrketina xelkê ji îmamên Ehlê Beytê (selamên Xuda li wan bibarin) çendîn fîrqe ji navbeyna peyrewên Ehlê Beytê (selamên Xuda li wan bibarin) derketên holê ku pitirê wan siyasî bûn; serekîtirînê wan di sedsala yekemîn da Kîsaniyan bûn; rêberê wan Ebû Haşim, kurê Muhemmedê Henefiye bû ku piştî mirina wî Benî Ebbas rêberiya vê komê li xwe girtin. Ewan di destpêkê de ji vê zemînê jibo xebat û bizavên xwe behre wergirtin.[10] Herçend di dawî da wesiyeta ceddê xwe Ebbas, li dij wesiyeta Hz. Elî (selamên Xuda li wî bibarin) da rakirin ser destan. Peyrewên Ehlê Beytê (selamên Xuda li wan bibarin) yên siyasî piştî sedsala duyem a koçî ya heyvî de, di çarçoveya bizav û hereketên Zeydiyye de xwe nîşan dan ku qet bawerî bi teqiye tunebûn û caîz nedizaniyan û bawerî hebûn ku îmam ne tenê pêwîst e ku zana û dadmend û ji nesla Hz. Fatîma (selamên Xuda li wê bibarin) be, belku lazim e ehlê serîhildan û hilgirê şûr be. Ji nezer bîr û bawerî ve dinavbeyna wan û ehlê sunnetê da ferqek zêde tunebû û di îlmê kelamê de Mu’tezilî bûn û di fiqh û ehkama dînî de jî fetwayên Ebû Henîfe pêk dianîna.[11] Wasilê kurê ‘Eta ku damezranêrê mekteba Mu’tezîle ye, şagirdê Ebû Haşimê kurê Muhemmedê Henefiye ye; Ebû Haşim jî îmamê mezheba Kîsaniye ye.

Her wiha xurifîn û rêşaşiyek xeterdar a dî jî di navbeyna peyrewên Ehlê Beytê (selamên Xuda li wan bibarin) da derket holê ku îmamên Ehlê Beytê li dij wan radiwestan, ew jî “xuluv-zêdegavî” bû. Xaliyan ango zêdegavan ew kes bûn ku derheq Ehlê Beytê zêdegavî dikiran û kêm mabû bigehînin dereceya xudayî,[12] an jî hinek ji wan digotan qey Ehlê Beyt afirîdeyan jî diafirînin. Ewan dîmena peyrewên rastîn ên Ehlê Beytê di çavê xelkê de kirêt û nebaş didan nîşan dan.

Serdema duyem a çêbûna fîrqeyan di navbeyna Musilmanan, ji nakokî ya derheq hinek ji meseleyên zanistî yên Îslamî da êk hatibû, wek: Wate ya îmanê, sifetên Xuda, qeza û qeder, ‘edl û dad, qedîmbûn an qedîmnebûna Qur’ana Pîroz û …[13]

Vê derheqê de, pitir ji her komekê, pêwîst e ku em derheq Xariciyan da biaxivin ku li cengê Siffînê de û bi hêceta vê çendê ku Îmam Elî (selamên Xuda li wî bibarin) meseleya hekemiyetê qebûl kiriye, xwe ji leşkerê wî veqetandin û evî karê Îmam Elî (sx) gunehê kebîre/mezin hesibandin û digotin heçî kesê gunehek mezin pêk bîne kafir e; ev jî cûreyek ji îfrat û zêdegavîyê bû derheq meseleya îmanê da ku her çawa be bû sebebê gelek pirsgirêkan di civaka Îslamî da.

Bervajiyê bawerî ya dijwar a Xariciyan, alîgirên fîrqeya Murcîe peyda bûn ku derbarê îmanê de ketin ser rêka tefrîtê da û gotin ku jixwe qet ti girêdan navbeyna kiryar û îmanê da tune û guneh çi biçok be çi jî mezin, îmanê jinav nabe; îman tenê girêdayî bi dil e.[14] Siyaset a xelîfe yên Benî Umeyye jî hevrê bû digel vê bawerîyê; çiko bawerî ya Xariciyan ewan dêxista tengavîyê da û jiber karûbarê xwe yê fasiqane, ji refê Musilmanan derdiketan. Hal ev e ku li ser bawerî ya Murcîe, herçiqas fasiq bin jî dîsa di sefê bawerdaran da bûn û dikariyan li ser serê Musilmanan da mîr û desthilatdar bimînin.

Li beraberê evan du baweriyan da, ango Xaricî û Murcîe derheq îmanê da, mekteba Mu’tezîle xwe nîşan da û derbarê pêkanîna gunehên mezin da xwe bi baweriya “menziletun beyn-el menzileteyn – ne ev û ne ew” girtin; ango kesê gunehek kebîre/mezin bike, ne bawerdar e ne jî kafir, belku di navbeyna wan herdu haletan da ye.[15] Mu’tezîle, jibo bersîvdana şubheyan, rêçka heşparêzî/aqilmendî dan pêş xwe.

Li pey mekteba Mu’tezîle di bawerîyê da, mezheba Ehlê Ra’y û qiyasgerî yê Îraqê di warê fiqh û ehkamê de derket holê ku bi navê Ehlê Ra’y dihatan naskirin ku Ebû Henîfe damezrênerê wê bû; herçend Ebû Henîfe ji nezer bawerî ve li ser rêçka Murcîe bû û hema hema Ehlê Ra’y hemî li ser bawerî ya Murcîe bûn.[16] Ehlê Ra’y di meseleyên fiqhî da pitir ji hedîs û “xeber a wahid” ji qiyasa ‘eqlî behre werdigirtan.[17]

Bervajiyê van du mekteb û mezhebên heşparêz ango aqilger di warê bawerî/kelam û fiqhê da, mekteba Ehlê Hedîs ku ji pêşiyê de jî hebû, bihêztir û bileztir ji berê xwe nîşan da ku pitir ji aliyê feqîhên ehlê Hicazê dihata rewacdan.[18] Îbn-i Quteybe, navê yekyekê giregirên Ehlê Hedîsê yên di sedsala duyem û sêyem hebûn heta demê xwe ku nîveya duyem a sedsala sêyem e, di kitêba xwe ya “El- Me’arif”ê da aniye.[19] Ewan zivirîna li sunnet û hedîsên Pêxember (sx) pêwîst didîtan. Ehlê Hedîs rêbaza fiqhî ya xwe ya ku zivirîna li hedîsên Pêxember (sx) û zahirê Qur’ana Pîroz be, li kelam û baweriyê da jî pêk dianîna. Ji wan ra her wiha dihata gotin: “Sifatiyye”, çiko îsrara wan li ser wateyên zahirî bû derheq Xuda da ku di Qur’ana Pîroz da hatiye.[20] Helbet di serdemê Ehmedê kurê Henbel da navê wan guherî û bû “Ehlê Sunnet”, ev nav di destpêkê de li beraberê Mu’tezîle de dihata bikarbirin, lêbelê piştî ku Mu’tezîle lawaz bûn û jinav çûn, navê “Ehlê Sunnet” li beraberê Şî’e de hat bikarbirin. Di encamê de mekteba kelamî ya Eşa’îre, di destpêka sedsala çaran da, ji zikê mekteba Ehlê Hedîs derket holê û bû kelama fermî ya Ehlê Sunnetê. Ehlê Hedîs di îlmê kelamê û meseleyên bawerîyê de, bi awayek peyrewê Mucebbîre û Muşebbîhe bûn. Herçend pêşiya serdema Benî Ummeye jî meseleya cebirgerî di civaka Îslamî da hebû, lêbelê hevrêkî û hevrastî ya siyaseta Emewiyan digel vê bawerîyê, bû sebebê pêşketin û berfirehbûn a vê bawerîyê; lewra di serdema Emewiyan da ev bawerîya hanê bi awayek berfireh û ser navê cereyanekî fikrî û ramanî derket holê.

Ji aliyek dî ve jî li heman sedsala yekem de li beraberê Mucebbîre da, cereyana Qederiyye rengê xwe nîşan da û meseleya ixtiyar û viyana mirov pêş êxistin. Ew serpêşên Mu’tezîle bûn.

Her wiha hevrê digel berfirehbûna serzemînên Îslamî û di dewrana vegirtina welatan da, bîr û ramanên netewên cûrbicûr navbeyna Musilmanan da belav bû, bi vî awayî pêla zindîqîtî û înkara Xuda bi awayek nû, ne bi rengê bawerî ya muşrikên Ereb, belku bi dîmenek nû di cîhana Îslamê xwe nîşan da. Bi vî rengî sînor û hûdûdên bîr û bawerî ya Musilmanan li beraberê gef û tehdîda van bawerîyan da ketibû ber xeterê ku hinek ji wan mulhidan bi çêkirina şubheyan derheq dîn û olê da, gazî zanayên civaka Îslamî dikiran di qada fikr û ramanê da.

[1]

[2]

[3]

[4]

[5]

[6]

[7]

[8]

[9]

[10]

[11]

[12]

[13]

[14]

[15]

[16]

[17]

[18]

[19]

[20]

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah