Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber - 2

Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber - 2
  • Morteza
  • 2017-12-25 13:12
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 293
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Îmamên Ehlê Beytê, ji ber ku mînak a heqîqî ya binemal a Pêxember û wesî yên wî hezretî bûn, erk a parastin a dînê Xuda li ser wan bû, tu dibînî ku zêdetir ji siyasetê, pitir di warê bîr û bawerê da xebitîne û hewil dane ku me’rîfet û zanistên Îslamî şîrove bikin û li ber bîr û bawerên xelet û rêşaş û her wiha li rex bîd’etan da rawestin. Îmamên Ehlê Beytê, her wiha di gelek ji gotinên xwe de, hişyarî dane alîm û zanayan ku bi eşkerekirina bîr û bawer a durust, li beraberê dijberên bawerî ya peyrewên Ehlê Beytê da rawestin. Di her derfetekî da, rê û resmê xebat a li beraberê şubheyên batil ê dijberan, nîşanî wan didan û mizgînî ya sewab a bêdawî didan parêzvanên bîr û bawer a peyrewên Ehlê Beytê û her wiha xwedîder ên yetîm ên Âlê Muhemmed (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) – peyrewên Ehlê Beytê yên ku ji mekteb a îmamên Ehlê Beytê dûrketine û mehrûm mane– [1]

Rêbaz a îmamên Ehlê Beytê bû sedem a vê çendê ku, bi awayek giştî gotin û dersên wan di nav Musilmanan da bi bandor bibe;  peyrewên Ehlê Beytê bi awayek rasterast ji gotinên wan behremend dibûn û ehlê sunnetê jî ne rasterast be jî, jê behre werdigirtan. Xebat a wan a li dij rêşaşî yên di baweriyê da, bû sebeb ku hemî Musilmanan bi awayekî li beraberê xerifîn a hinek baweriyên xelet, wek: Murcîe, Mucebbîre, Muşebbîhe, Xewaric û … rawestin.

Li beraberê rêbaz a îmamên Ehlê Beytê, ku bi rêka ilm û zanist û mentiqê ve li dij ramanên rikeber da radiwestan, hinek cereyanên fikrî li civak a Îslamî da hebûn ku xûy û navdeyê wan tejî tundî û dijwarî û hişkî bû, vêca ji ber ku nikariyan bersîv a şubheyên dijber ên xwe bidin, her û her hewil didan ku ramanên dijberê xwe jinav bibin û bi vî awayî ji destavêj a tekfîrkirinê behre werdigirtan û ji muxalifên xwe re leqebên cûrbicûr wek Zindîq û Rafizî bikar dianîn. Yek ji serekîtirîn kom ji wan hema Xewaric û ehlê hedîs û di dawiyê da yên Henbelî bûn ku heta niha jî di çarçov a bîr û bawerên Wehabiyetê da didomin. Xêncî hinek ji wan rêbaz û metod a desthilatdar û hukûmetan jî her bi vî awayî bûye.

[1]- Binêrin: Tebersî, Ebû Mensûr Ehmed bîn Elî bîn Ebî Talib, el- Îhtîcac, Beyrût, Muesseset-ul E’lemî Lî el-Metbû’at, Ç. 2, 1421 H.H, C. 1, S. 16-20.

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah