Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber

Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber
  • Morteza
  • 2017-12-25 13:12
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 319
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Pêşgotin

Bizav a îlmî û mentiqî li beraberê raman û bîrûhizrên dijber û zana yên muxalif ê bawerî ya durust a Îslamî, ji zû ve her hebûye û destpêk a wê jî hema di salên ewil ji hatina Pêxemberê Îslamê ye; çiko hema ji destpêk a hatina Îslamê, ew komên xelkê ên ku Îslamê qebûl nekiribûn, dijatî ya wan digel Musilmanan ne tenê bi rêka çekvanî û rikeberanî bû, belku hinek ji wan bi rêka muxalefet a fikrî û nîqaşên bawermendiyê, hewil didan ku Pêxember û Musilmanan bin bêxin û bi vî awayî pirsgirêkên xwe çareser bikin; bi taybet Cihû û Fileh ku ser navê hûrgel/hindikahiyên mezhebî û ehlê zîmme dihatan naskirin û digel Musilmanan dijiyan û xwe di warê îlm û zanînê da ji Musilmanan seratir û çêtir dihesibandin; bi taybet piştî pêşketin û geşbûn a Îslamê û vegirtina cî û warê peyrewên wan olên berê, qayîşkêşî û rikeberaniyek dijwar di navbeyn a peyrewên wan diyanetan û Musilmanan pêş hat, lewra nîqaş û gengeşeyên ramanî û fikrî di navbeyna ehlê kitêb ji olên berê û Musilmanan ku serokê wan Ehlê Beyt bûn, diqewimiya.

Her wiha, îmamên Ehlê Beytê, piştî wefat a Resûlê Xuda, digel xerifîn û rêşaşî ya siyasî di civak a Îslamî da raber bûn. Ev rêşaşî, her çend di destpêkê de tenê siyasî bû, lêbelê piştî demekê, rengê dînî li xwe girt; ji aliyekî ve zemînek munasib çêbû ji hilketin a bîr û baweriyên şaş û xelet, bi vî awayî mezheb û firqeyên cûrbicûr derketin holê. Bi vî awayî jî her wek peyrewên ol ên berê, Musilman jî ji hev belav bûn û firqe-firqe bûn; Pêxemberê Îslamê (s.a) ev wez’ û halê belavbûnê, pêşbînî kiribû[1] û derheq hilketin a şaşîtî di bîr û bawerê û peydabûna firqeyên pûç û nedurust wek Nakisîn û Qasitîn û Mariqîn agahî dabû. Her wiha dabû zanîn ku rêka parastîman a ji fitneyan, peyrewîkirin a ji Qur’an û Ehlê Beytê ye û koma rêrast û jî nîşan dabû, wek çawan di gelek hedîsan da kerem kiriye ku peyrewên Ehlê Beytê, ehlê rizgarî û xelasiyê ne.[2]

[1]- Şehristanî, el-Mîlel we en-Nihel, Qom, Menşûrat ê eş- Şerîf er- Rezî, Ç. 3, 1364 H.R, C. 1, S. 2.

[2]- Emê çend mînakan ji van hedîsan bînin ku li çavkaniyên hedîsî yên ehlê sunnetê hatiye:

Suyûtî di tefsîr a ayet a «اولئک هم خیر البریة» ji Pêxemberê Xuda (s.) gêraye ku: “Ew (xeyr-ul beriyye) Elî û peyrewên wî ne; ew di roja qiyametê hema yên rizgar û xelasbûyî ne”. (ed- Durr-ul Mensûr Fî et- Tefsîr el- Me’sûr, Qom, Menşûrat ê Mekteb a Ayetullah el-Uzma Mer’eşî en- Necefî, 1404 H.K, C. 6, S. 379)

Îbn ê Hecer ê Heysemî yê Mekkî ji Pêxemberê Xuda neqil kiriye, ku Ewî ji Hz. Elî ra kerem kir û got: “Xuda, gunehên te û peyrew û dostên te efû kiriye”. (es- Sewa’iq el- Muhriqe, Mekteb a Qahîre, Ç. 2, 1385 H.H, S. 323).

Sibt îbn ê Cewzî dibêje: Pêxemberê Xuda ji îşare kir bal Elî û wiha kerem kir: “Evî û peyrewên wî di qiyametê de rizgar û xelasbûyî ne”. (Tezkîret-ul Xewas, Necef, Menşûrat ê el-Metbe’et-ul Heyderiyye, 1383 H.H, S. 54)

Rêbaz Îmam Ehlê Beyt ramanên dijber

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah