Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

HEBT Û TEKFÎR

HEBT Û TEKFÎR
  • Morteza
  • 2016-07-05 09:07
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 622
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Yêk ji mesele yên derheq peywenda îman û 'emelê salih digel se’adeta uxrewî û her wiha peywenda kufr û 'isiyan digel bextreşî ya ebedî ku jê tê xeberdan ev e:

Gelo girêdana her bêhnekî ya îman û kufrê her wiha karê qenc û xirab digel desthata wan ya axiretî bê şik û sabit e? an çêdibê guherîn bikevitê? Mesela, gelo mirov dikarê esera gunehekî pê karekî qenc jinav bibê? an esera başiyekî pê gunehekî pûç bikê?

Gelo kesekî ku di du dewrana da 'emrê xwe hem di nav îman û qencîyê da derbaz kiriye hem jî di nav kufr û neguhdarî û 'isiyanê de, wê sernivîsa wî çewa bê? Gelo zemanekî wê xêr jêra bên dayîn û bikevê xweşîyê û zemanekî jî wê ceza û 'ezab bidinê? an mesele bi awayek dî ye?

Ev mesela he mesela «hebt» û «tekfîr»ê ye ku ji kevn da navbeyna mutekellimên Eş'erî û Mu'tezilî da xirecir hebûye li ser vê meselê. Emê di vê dersê de bîr û bawera Şî'an bi kurtî vê derheqê da bêjîn.

Peywenda îman û kufrê

Di dersên borî da me zanî qet çi karên qenc bêy baweriya eslên dînî nabê sebebê bexteweriya ebedî. Bi gotinek dî: kufr sebebê pûç kirin û bê eser kirina karê qenc û baş e.

Li vêderê em ser gotina pêşda zêde bikîn ku: îmana mirov di axirîka 'emr de eserên xirabên kufra pêşda jinav dibê û mehw dikê û wek tîrojên ronahîyê tarîtîyê pêşda radikê. Bervajîyê wê jî vêca heye ku kufra dûmahîka 'emr, eserên îmana pêşda jinav dibê û mehw dikê û perwende û dosya mirov reş û sernivîsa wî xirab dikê. Heçweku agir li bêderekî bikevê hemî başiyan dişewitênê.

Msalek dî eger em bînin ev e ku îman çirayeke ku di mala dil da hatiye berdan û mala dil pê ronahî bûye û kufr tefîn û temrîna wê çirayê ye ku mala dil di nav reşî û tarîtîyê da ye. Heta ku mirov di vê cihanê da ye daim ev guherîn û cih guhaztin jêra mumkin e, car çêdibê çira geş di dilê wî da hilbê û car heye kêm ronahî bê û car heye êkcar bitemirê, evahe heta hingê ye ku di vê cihanê da bijî, lê dema mirov ji vê dinyayê bar kir êdî çira wî di halê mirina wî di çi halî da bê êdî kêm û zêde nabê û heqê bijartinê jê tê girtin (binêrin dersa 49).

Ev esera ku di navbeyna kufr û îmanê da heyî gorekî nêrîna Qur’anê şik û şubhe têda nîne û gelek ayet vê derheqê da hene ku yêk ji wan: Texabun / 9, kerem dikê: «kesê îmanê bi Xudê bênê û karên layiq û qenc bikê wê (Xuda) karên wî yên xirab pûç û mehw bikê».

Di sûretê Beqere, ayeta 217 da jî dibêjê: «kesê ji hewe ji dînê xwe bizivirê û di halê kufrê da bimirê karên wî di dinya û axiretê da pûç dibê û evênhe ew cehnemî ne ku wê li wir bimînin»[1].

Peywenda karê qenc û xirab

Wek peywend û girêdana ku di navbeyna îman û kufrê da heyî mirov dikarê li vêderê jî bêjê. Lê ne bi awayê giştî û awayek wereng ku ji her û her ra karê baş di name ya 'emelê wî da sabit bê û 'emelê nebaşê pêşde jinav çûbê (çewa ku hinek ji mutekellimên Mu'tezilî gotîn) ...

Vê derheqê de gereke mesele ji hev werê qetandin, bi vî awayî: hinek karên qenc eger bi durustî û baş û meqbûl pêk bên eserên xirab yên pêşde jinav dibin; wek tewbê ku eger bi awayek meqbûl pêk bê, gunehên mirov 'efû dibin û tên bexşîn (Nisa / 110, Alê ‘Imran / 135, En’am / 54, Şûra / 25, Zumer / 53 û ...).

Tewbe wek tîrojê ye ku tam dikevê ser nuqta tarî û ewê ronahî dikê. Lê her karek qenc esera her gunehekî jinav nabê. Ji ber vê ye ku mirovê bawerdar heta bi demekî giriftarê kêşana cezayê gunehê xwe bibê û paşî ra biçê di bihişta her daim heyî da. Heçweku rûhê mirov çend alî ye; her birek ji karên baş û xirab bi alîyek yê wê ve girêdayî ne. Mesela, karê baş ku alîyê «A»yê ve girêdayî ye nikarê esera guhhê alîyê «B» jinav bibê, illa ku 'emel û karê qenc û baş ewqas ronahî bê ku ronahiya wê bigehê alîyên dî yên rûh, an guneh gelek esera xwe hebê û genî bê ku tarîtîyê ser karê baş da bidê.

Di hedîsa şerîf de hatiye ku nimêja meqbûl gunehan dişo û dibê sebebê 'efû bûna wan. Qur’ana pîroz kerem dikê: «di du alîyê rojê û qismekî ji şevê nimêj bike! Birastî başî, nebaşîyê jinav dibin»[2]. (Hûd / 114)

Hinek ji gunehan wek: pêk neanîna heqê dê û baba û eziyeta wan; 'ereq vexwarin û ... heta bi demekî dibin sebebê qebûl nebûna ‘ibadet. An minnet kirina piştî arîkarîyê, xêra wê jinav dibê. «يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لاَ تُبْطِلُوا صَدَقَاتِكُم بِالْمَنِّ وَالأذَى - qencî yên xwe pê minet û eziyetê pûç nekin» Beqere / 264.

Lê mirov nikarê qanûn û qa'ideyek giştî ji vê meselê ra bidê û ji qasê tesîr kirin û awayê eser danînê gereke em ji rêka wehyê û xeberdanên Pêxember (selat û selam li ser wî û alê wî bin) û binemala wî ya pak ve dest ve bênîn. Gotina vê çendê jî baş e ku carna karên baş û xirab esera xwe ji xweşî û nexweşî û tewfîq û selba tewfîqê û ... di vê dinyayê bi xwe da jî heye, mesela qencî ya digel xelkê û nexasma dê û bab û famîl dibê sebebê dirêjiya 'emr û def'a afetan û belayan, an bê qîmet kirina mezina û nexasma seydayê mirov dibê sebebê bê tewfîqîyê. Lê di her hal û karî da cihê girtina xêr û cezayê 'alema axiretê ye, û ewa di dinyayê da nabê pêşîgirê wê .

[1] - - وَمَن يَرْتَدِدْ مِنكُمْ عَن دِينِهِ فَيَمُتْ وَهُوَ كَافِرٌ فَأُوْلَـئِكَ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالآخِرَةِ وَأُوْلَـئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ

[2] - - وَأَقِمِ الصَّلاَةَ طَرَفَيِ النَّهَارِ وَزُلَفًا مِّنَ اللَّيْلِ إِنَّ الْحَسَنَاتِ يُذْهِبْنَ السَّـيِّئَاتِ ذَلِكَ ذِكْرَى لِلذَّاكِرِينَ

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah