Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

RAKIRINA ÇEND ŞUBHEYAN DERHEQ ŞEFAETÊ

RAKIRINA ÇEND ŞUBHEYAN DERHEQ ŞEFAETÊ
  • Morteza
  • 2016-07-05 08:07
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 645
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Şubhe 1: şubha ewil ev e ku hinek ayetên Qur’anê hene bi vê me'nê ku roja qiyametê şefa'et derheq kesî da nayê qebûl kirin. Yêk ji wan ayeta 48 ya sûretê Beqere ye, kerem dikê: «Bitirsin ji rojekî ku kes qet bikêr kesekî nayê û ji kesî şefa'et nayê qebûl kirin û bedel ji kesî nayê girtin û ne jî arîkarî gel wan tê kirin»[1].

Cewab 1: cewab ev e ku ev ayetên he, behsa nefya şefa’eta istiqlalî û serbixwe dikin, behsa wê şefa’eta bê çarçov û bê qalib dikin, ku hineka bawerî bi wî awayê şefa’etê hebûne, xêncî ji vê jî ev ayet 'am û giştî ne û ayetên dî ku behsa şefa’eta bi izna Xudê û meqbûl dikin texsîsê li va ayeta didin, wek çewa di dersa borî de işare pê hat kirin.

Şubha 2: lazima şefa’etê ev e ku Xudê bikevê bin tesîra şefa'etkeran da, yanî şefa’eta wan bibê sebebê mexfiretê ku fi’la ilahî ye.

Cewaba 2: qebûl bûna şefa’etê ne bi me'na eser lêbûnê ye, çewa ku qebûl bûna tewbê û isticabeta du'a jî ne bi wî awayî ye. Çimko di va ciha hemiya de karê 'evdan hazir dibê qebûla rehmeta Xuda ra. Û di istilahê da jêre tê gotin: şertê qabiliyetê qabil, ne ku şertê fa’iliyetê fa’il».

Şubha 3: lazima şefa’etê ev e ku şefa'etker ji Xuda dilovantir bin! Çimko me'na wê ev e ku eger ne şefa’eta şefa'etkeran bûya wê ew kes bihata 'ezab dan an 'ezabê wî dewam bikira.

Cewaba 3: dilpêveyî û dilovanî ya şefa'etkeran tîrojeke ji rehmeta bêbinî ya ilahî. Bi gotinek dî: şefa'et bi xwe wesîle û rêkeke ku Xuda bi xwe ji bexşîn û 'efû kirina 'evdên xwe ra daniye û di heqîqet da ronahî kirin û derketina rehmeta Wî ya berfireh e ku bi vê rêkê ve dirijênê ser 'evdên Xwe, çewa ku tewbe û du'a jî du rêk e ji bo pêk hatina ihtiyaciyan û 'efû bûna gunehan.

Şubha 4: eger hukmê ilahî ji 'ezab dana gunehkara re desthata ‘edaletê bê, hingê 'ezab nedana wan xilafê ‘edaletê ye, û eger xilasiya ji 'ezab ku netîca qebûliya şefa’etê ye ‘adilane bê, hingê ew hukmê pêşde bi 'ezabdanê hatî dayîn ne’adilane bûye.

Cewaba 4: her yêk ji hukmên Xudê [çi hukmê bi 'ezab pêşiya şefa’etê, çi jî hukmê xilasiya ji 'ezab piştî şefa’etê] rêk ketiye digel 'edalet û hikmetê û me'na 'edalet û hikmeta herduka pêkve ne cemi'a navbeyna «ziddeyn»a de ye; çimko «mewzû’»ê wa ferq dikê. Ronahî kirina vê gotinê ev e ku: hukmê bi 'ezab desthata kirina guneha ye, bêy wê yêkê ku naveroka şefa’etê berçav bê girtin derheq gunehkara da. Û hukmê xilasiya ji 'ezab bi hukmê eşkere bûna naveroka şefa’etê ye. Û guherîna hukm ji ber guherîna qeyda «mewzû’» di ehkam û teqdîratên tekwînî û di ehkamên teşrî'î da gelek heye. Û 'eynî wek çewa hukmê bi ‘adilane bûna mensûx nisbet bi zemanê xwe munafat tune gel ‘adilane bûna hukmê nasix di zemanê piştî nesxê da; û hekîmane bûna teqdîra bela pêş du'ayê an dana sedeqê munafat tune gel hekîmane bûna rakirina wê piştî du'a û sedeqe danê; û hukmê 'efû kirina guneh jî piştî şefa’etê munafat tune gel hukmê 'ezab pêşiya pêk hatina şefa’etê.

Şubha 5: Xuda yê Te'ala peyrewiya ji şeytan sebeb zaniye ji bona 'ezab dîtinê, çewa ku ayetên 43-42 ji sûretê Hicr kerem dikê: «muheqeq ey iblîs tu nikarî ser bendeyên min bikevî xêncî ji wan yên dikevin pey te û qirargeha wan hemiyan di cehnemê da ye»[2].

Nixwe 'ezabdana gunehkaran di 'alema axiretê da yêk ji sunnetên ilahî ye û me'lûm e ku guherîn ji sunnetên ilahî ra çênabê, çewa ku ayet jî kerem dikê: «qet tu guherînê di sunneta Xuda re nabînî û êkcar tu tebdîlê di sunneta Xuda de peyda nakî».  (Fatir / 43).

Nixwe çewa çêdibê ku ev sunnet pê şefa’etê bê şikandin?

Cewaba 5: cewaba vê şubhê ev e ku qebûl bûna şefa’etê derheq gunehkarên xwey şert û merc da yêk ji sunnetên bê guherînên ilahî tabi'ê pîvek û milakên waqi'î ne û qet çi sunnet digel wî qasî ku şert û mercên wê di cî da bin nayin guherîn. Lê gotinên ku delalet dikin li ser van sunnetan, xalib di meqamê beyan kirina hemî qeyd û şertên wê da nîne. Ji ber vê hinek caran eşkereyê hinek ayetan behsa çend sunnetan bi hev ra dikê; halhale di waqi' da misdaqa ayetê exess û tabi'ê milaka teqwa ye. Nixwe her sunnetek pê berçav girtina qeyd û şertên wê yên waqi'î sabit e û nayê guherîn. Sunneta şefa’etê jî ji wa ye ku nisbet bi gunehkarên taybet ku şert û mercên lazim û mu'eyyen di wa da hebin û meşmûlê çarçovek kifş bin sabit û qabiliyeta guherînê jêra nîne.

Şubha 6: we'de û soza şefa’etê dibê sebeb ku xelk zir bibin û dewamê bidin guneh û rêka xwe ya xwehr.

Cewab: cewaba vê şubhê ku derheq qebûla tewbê û 'efû kirina gunehan (tekfîr-us seyyi'at) da jî 'eynî ye; ev e ku: dagirî û meşmûl bûna şefa'et û mexfiretê hinek şert hene ku şexsê gunehkar nikarê yeqîn bikê ku wê ew şert bên cî. Yêk ji şertên ber şefa’etê ketin ev e ku mirov îmana xwe heta axirîn bêhnên jiyana xwe ya dinyayê biparêzê û xwey bikê û em zanîn kes nikarê evê yeqînê dest xwe ve bênê.

Ji alîyê dî ve jî vêca kesê gunehek kir eger qet çi berhêvî ji 'efû kirinê tunebin wê bêhêvî bibê û dema bêhêvî bû êdî dest kêşana ji guneh di wî da ze'êf dibê û wê dewamê bidê rêka xelet û xwehr. Ji ber vê yêkê awayê terbiyeta terbiyetkerên xudayî ev e ku daim xelkê di nav xewf û reca'ê da (tirs û berhêvîyê) dihêlin; ne ewqas ewa bi rehma Xudê hêvîdar dikin ku êkcar xwe li beraberê Xuda da di êmnahîyê da bibînin û ne jî ewqas ewa bitirsînin ku ji rehmeta Xuda bêhêvî bibin. Û çewa ku em zanin ev êmnahî û bêhêvî bûn ji gunehên kebîre hesab dibin.

Şubha 7: esera şefa’etê di xilasiya ji 'ezab da bi vê me'nê ye ku karê yên dî (şefa'etkeran) di bextewerî û xilasiya ji bextreşîyê ji mirov re eser heye. Halhale gorekî ayeta Necm / 39:

وَأَن لَّيْسَ لِلْإِنسَانِ إِلَّا مَا سَعَى

"Tenê xebata mirov bi xwe ye ku ewî digehinê bextewerî û se'adetê".

Cewaba 7: se'y û xebata mirov ji gehana mexsedê ra carna rasterast çêdibê û heta binî, pêve diçê, carna jî ne rasterast û pê hazir kirina wesîle û wesaitan. Ewê ber şefa’etê dikevê xebatek ji dest ve anîna pêşekî yên bextewerîyê ra kiriye. Çimko bawerî anîn her wiha dest ve anîna şert û mercên şefa’etê xebatker ji gehana bextewerîyê ra her çend xebatek bi kêmasî ve. Û ji ber wê ye ji xwe heta bi zemanekî di nav tengî û nerihetîyê da ye; zehmetî yên 'alema qebrê û 'eresatê, yanî zehmetîyên destpêka qiyametê. Lê di her hal û karî da ewî bi xwe kok û dara bextewerîyê yanî îman di dilê xwe da çandiye û car û bar jî pê kar û 'emelê salih û qenc ew av daye bi awayekî ku heta axirîka 'emrê wî di dinyayê da hişk nebê. Nixwe bexteweriya wî dîsa paldayî ye ser se'y û xebaa wî bi xwe, herçend şefa'etker jî esera wan li ser bexteweriya wî heye; wek çewa di dinyayê da jî hinek dî li hidayet û terbiyeta mirovan da eser hebûne; û esera wan ne bi me'na nefya se'y û xebata ferd û mirov bi xwe ye.

[1]وَ اتَّقُوا يَوْماً لاَّ تَجْزِي نَفْسٌ عَن نَّفْسٍ شَيْئاً وَلاَ يُقْبَلُ مِنْهَا شَفَاعَةٌ وَلاَ يُؤْخَذُ مِنْهَا عَدْلٌ وَلاَ هُمْ يُنصَرُونَ

[2] إِنَّ عِبَادِي لَيْسَ لَكَ عَلَيْهِمْ سُلْطَانٌ إِلاَّ مَنِ اتَّبَعَكَ مِنَ الْغَاوِينَ وَإِنَّ جَهَنَّمَ لَمَوْعِدُهُمْ أَجْمَعِينَ

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah