Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

ŞEFA'ET

ŞEFA\'ET
  • Morteza
  • 2016-07-05 07:07
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 885
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Yêk ji seratî yên ku Xuda yê Te'ala dayî mu'min û bawerdaran, û kirî taybetê wan, ev e ku eger mirovê bawerdar îmana xwe heta demê mirinê biparêzê û xwey bikê û nekevê nav wan gunehan ra ku dibin sebebê 'aqibet û dûmahîka xirab û şik û inkarê; û bi kurtî em bêjin: eger li ser îmanê bimirê, ew giriftarê 'ezabê ebedî nabê.

Gunehên wî yên biçok bi rêka xwe vedana ji gunehên mezin tên 'efû kirin û gunehên wî yên kebîre û mezin bi rêka tewbe ya meqbûl û durust ve tên bexşîn; û eger tewfîqa tewbeyek wiha dest neket bela û musîbetên dinyayî ku serda tên barê gunehên wî sivik dikin. Dijwarî yên berzexê û 'alema qebrê û sekingehên heyîn di destpêkê da qirêj û nexalisiya wî jê dibin û eger dîsa jî ji qirêja gunehan pak nebû, wesîle ya şefa’etê jêra heye ku ewî ji 'ezabê cehnemê xilas bikê[1]. Û gorekî gelek riwayetan «meqamê mehmûd» ku di Qur’anê da we'da wê ji Pêxember (s) ra hatiye dayîn, hema meqamê şefa’etê ye. (binêre: sûretê Isra / 79).

Her wiha ayeta (Zuha / 5): «wê Xuda yê te ewqas bidê te heta tu razî bibî»[2] işare ye bal 'efû kirina Xudê ve ku bi rêka şefa'eta Pêxember ve (s) ji wan kesa re pêk tê ku heq hene şefa'et ji wan ra bê kirin.

Vê gorekê mezintirîn û axirîn hêviya bawerdarên gunehkar şefa'et e, lê di her hal û karî da negerek ji çare kirina Xudê êmin bibin û gereke her û her di tirsê da bin ku newebê karekî bikin ku bibê sebebê dûmahîka xirab û îmanê ji dilê wan derênê di wextê mirinê da. Û newebê hez kirina ji kar û barê dinyayî bibê sebeb ku pê kerba ji Xudê (Xudê me biparêzê) ji vê dinyayê biçin, bi vî awayî ku ji aliyekî ve hej dinyayê dikin û ji alîyê dî ve jî zanin ku Xudê cidahîyê têxê navbeyna wan û wê ya dilê wan pêve.

Mefhûmê şefa’etê

Şefa'et ji koka «şef'» bi me'na «cot» hatiye girtin û di 'urfê da bi vê me'nê bikar tê birin ku: kesek abirûmend ji mezinekî bixazê ku ji cezayê xirabkarekî derbaz bibê an li xêr û kirha xizmetkarekî zêde bikê. Û belkî nukta bikar birina wêje ya şefa’etê di vî cihî da ev bê ku: şexsê mucrim bi tenêkî û istihqaqa 'efû bûnê nîne, an mirovê xizmetkirî bi tenêkî istihqaqa zêdebûna kirîyê tunehin, lê dema ew dikevê rex daxaza «şefa'etker» û digel wê cot dibê istihqaq peyda dibê.

Di cî yên me'mûlî da sebebê wê yêkê ku kesek şefa’eta şefî'ekî qebûl dikê ev e ku ditirsê eger qebûl nekê şefa'etker nerihet bibê û nerihetiya wî bibê sebebê mehrûmiyeta ji lezzeta muaniset û xizmetê û an bibê sebebê zererê ji alîyê şefî' ve. Muşrikên ku ji xaliqê cihanê ra wesfên insanî hesab dikiran mesela ew muhtacê bêhn hatinê bi hevjînê û arîkaran û an tirsa ji hevpişkan zaniyan, ji razî kirina Xuda yê mezin ra an xwe parastina ji xezeba Wî xwe davêtan berbextê xudayên xeyalî û 'ibadet ji melaîket û cinna ra dikiran û li beraberê put û seneman da xwe dişkandan û digotan: «... Evênhe şefî'ên me ne li bal Xuda». (binêre: Yûnus / 8, Rûm / 13, En’am / 93, Zumer / 44 û ...).

Û digotan: «Tenê em ji wî qasî ra ‘ibadetê wan dikîn da me nêzîkê Xudê bikin». (Zumer / 3).

Û Qur’ana pîroz ji dûr avêtina evê fikr û gumanê ra kerem kiriye: « ... jêra xêncê ji Xudê, mezin û şefî' nînin» (En’am / 70 û binêrin: En’am / 51, secde / 4, zumer / 44 û ...)

Lêbelê gereke berçav bê girtin ku nefya eva şefî'an û şefa’eta bi vî awayî ne bi me'na nefya hemî awayên şefa’etê ye. Û di Qur’anê bi xwe da hinek ayet hene ku «şefa’eta bi izna Xudê» sabit kirine û her wiha şert û mercên yê şefa’etê dikê û ewê ber şefa’etê dikevê beyan kirine. Û qebûl bûna şefa’eta şefa'etkerên ku izna wan hatî dayîn ji alîyê Xuda ve ne ji ber tirs an ihtiyaca bi wa ye, belkî rêyeke ku Ewî bi xwe ji wan kesan ra daniye ku kêmtirîn liyaqeta girtina rehmeta ilahî hene û ji wê ra hinek şert û çarçov û qalibek daniye. Û di heqîqet da ferqa di navbeyna şefa’eta durust û şefa’eta ku têkel şirkê bûyî, hema ew ferq e ku di navbeyna baweriya bi mezinatî û teybîra bi izna Xudê û mezinatî teybîra istiqlalê da ku di pişka Xuda nasîyê da jê hat xeberdan. (binêrin pişka Xuda nasî, dersa 16).

Biwêja şefa’etê carna bi me'neyek berfirehtir bikar tê birin û dagirê eşkere bûna her eserekî baş e bi rêka hinek dî ve di mirov da, çewa ku dê û bab nisbet bi zarokan û carna bervajî, an seyda ji feqî ra û heta muezzin nisbet bi wa yên pê dengê banga wî ketin fikra nimêjê da û çûyîn mizgeftê şefa'et dikin û di heqîqet da hema ew esera baş ya di dinyayê da heyîn bi awayê şefa'et û destgîrî eşkere dibê û di qiyametê da derdikevê meydanê.

Nukteyek dî: istixfar ji gunehkaran ra di vê dinyayê da awayek yê şefa’etê ye û heta du'a kirin ji xelkê ra û xwestina pêk hatina niyaz û ihtiyaciyan ji Xuda yê Te'ala jî di heqîqet da «şefa’eta li bal Xuda ye», çimko ev hemî navcîtî ye li bal Xuda yê Te'ala ku xêr û xweşiyek bigehê kesekî an bela û nexweşiyek jê bê dûr kirin.

Çarçova şefa’etê

Çewa ku hat gotin şertê binyatîyê şefa'etker û yê şefa'et jêra tê kirin izn û icaze ya Xuda yê Te'ala ye. Çewa ku di sûretê Beqere, ayeta 255 de kerem dikê: « مَن ذَا الَّذِي يَشْفَعُ عِنْدَهُ إِلاَّ بِإِذْنِهِ - kî ye ewê xêncî bi izna Wî li bal Wî şefa'etê bikê?».

Di sûretê Yûnus, ayeta 3 da jî kerem dikê: «مَا مِن شَفِيعٍ إِلاَّ مِن بَعْدِإِذْنِهِ ِ - çi şefa'etker nînin illa ku Ew (Xuda) iznê bidê û piştî izna Wî».

Û her wiha di ayeta 109 ji sûretê Taha da kerem dikê: «di wê rojê da şefa'et qet feydê nadê xêncî ji wî kesî ra ewê Xudê izn dayî û gotina wî qebûl kirî»[3].

 

Û di sûretê Sebe, ayeta 23 da kerem dikê: «şefa'et li bal Wî feydê nadê xêncî ji wî ra ku Xudê izna wî dayî».

Ji va ayetan şertê izna ilahî tê fêhmê, lêbelê ji taybetî yên yê izna wan tê dayîn jê nayê fêhmê. Hinek ayetên dî hene ku şertê her du alî baştir jê tê fêhmê û ronahîtir e.

Sûretê Zuxruf, ayeta 86: «û ewên tên gazî kirin xêncî ji Xudê, ew ne xweyê şefa’etê ne (kes ne xweyê şefa’etê ye) xêncî wî yê şahidîyê bi heq bidê û xwey zanîn bê»[4].

Belkî mexsed ji «مَن شَهِدَ بِالْحَقِّ» şahidên li ser 'emela bin ku Xudê ew agah kirine ji 'emel û niyetên 'evdan. Û dikarin li ser karê wan şahidîyê bidin û çewanî û bihayê karê wan me'lûm bikin. Çewa ku gereke yên şefa’etê dikin xweyê wê zanînê bin ku bikarin mirovên musteheqê şefa’etê nas bikin û ji yên dî veqetînin. Û qedrê muteyeqqen ji wa yên ev du şert di wan da heyîn ew hezretên pak û paqj in (selamên Xudê li wan bin).

Ji alîyê dî ve vêca ji hinek ayetan istifade dibê ku ewên şefa’eta wan jî tê kirin gereke razî bûna Xudê li ser hebê. Wek ayeta 28 ya sûretê Enbiya «xêncî ji wan ra ewên Xudê pê razî, şefa’etê nakin».

Sûretê Necm, ayeta 26: «hene ew melaîketên di 'esmana da ku şefa’eta wan bi cî nayê illa ji wan kesa ra ku Xudê izn dayî û pê razî»[5].

Ronahî ye ku evahe ku yê şefa'et jêra tê kirin gereke Xudê jê razî bê, ne ev e ku hemî karên wî meqbûl bin; eger ne, şefa'et ji xwe nelazim e, belkî mexsed ji wî qasî ku Xudê jê razî ye, bi vê me'nê ye ku ew kes ji alîyê dîn û îman ve cihê razî bûna Xuda ye, çewa ku riwayeta jî evahe bi vî awayî me'ne kirine.

Di hinek ayeta jî xesletên wa kesa hatiye gotin, ewên ber şefa’etê nakevin; yêk ji wan xisletan şirk e, çewa ku ayeta 100 ji sûretê Şu'era, ji devê muşrikan digêrê: "فَمَا لَنَا مِن شَافِعِين - vêca çi şefa'etker ji me ra tunehin".

Û derheq sebebê çûna cehnemê ya mucriman pirsyar ji wan tê kirin û ew di cewabê de behsa: terka nimêjê[6] û arîkarî nekirina feqîr û jaran, inkara roja qiyametê dikin (Muddessir / 40 - 48) û di pey ra ayet kerem dikê: «فَمَا تَنفَعُهُمْ شَفَاعَةُ الشَّافِعِينَ - vêca şefa’eta şefa'etkeran feydê nadê wan».

Ji van ayetan istifade dibê ku muşrik û munkirên qiyametê ku ‘ibadetê Xudê nakin û arîkariya mirovên niyazmend û muhtac nakin û esl û binyatên durust ve ne girêdayî ne, qet şefa'et ji wan ra nayê kirin. Evahe ku istixfara Pêxember (s) di dinyayê da jî awayek yê şefa’etê ye û istixfara wî hezretî derheq wa kesa da ku nehazir in daxaza şefa'et û istixfarê jê bikin nayê qebûl kirin (Munafiqûn 5-6), ji vê mirov dikarê istifade bikê ku kesê şefa’etê inkar bikê ber şefa’etê nakevê çewa ku ev me'ne di riwayeta da jî hatiye[7]

Hasilê xeberdanê: şefî'ê mutleq û eslî gereke xêncî ji hebûna iznê ji alîyê Xuda ve ew bi xwe ne ehlê guneh bê û karîn hebê ku bizanê ewê şefa'et jêra bê kirin ji nezer guhdan û 'isyanê ve di çi halî da ye. Û peyrewên rastî yên va jî li ber tîroja wan di mertebeyek xwartir de dikarin şefa’etê bikin, çewa ku ev peyrewên he di nav şehîd û siddîqa da tên heşir kirin[8]

Û ji alîyê dî ve jî ewî kesî liyaqeta şefa'et bûnê heye ku xêncî ji hebûna izna Xudê îmanek durust bi Xudê û pêxemberan û roja qiyametê hebê û her wiha bawerî bi wê ya Xudê ji pêxemberên xwe ra rêkirî hebê û bawerî bi heqaniyeta şefa’etê hebê û ev îmana he heta bêhnên dûmahîka 'emr û temenê xwe parastîbê û hifz kirîbê.

[1] - Pêxember (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin): “Min şefa’eta xwe zexîre kiriye ji gunehkarên mezin yên ummeta xwe ra. (Bihar-ul Enwar / c. 8, s. 40-37).

[2] - - وَ لَسَوْفَ يُعْطِيكَ رَبُّكَ فَتَرْضَى

[3] - - يَوْمَئِذٍ لَّا تَنفَعُ الشَّفَاعَةُ إِلَّا مَنْ أَذِنَ لَهُ الرَّحْمَنُ وَرَضِيَ لَهُ قَوْلًا

[4] - - وَلَا يَمْلِكُ الَّذِينَ يَدْعُونَ مِن دُونِهِ الشَّفَاعَةَ إِلَّا مَن شَهِدَ بِالْحَقِّ وَهُمْ يَعْلَمُونَ ...

[5] - - وَكَم مِّن مَّلَكٍ فِي السَّمَاوَاتِ لَا تُغْنِي شَفَاعَتُهُمْ شَيْئًا إِلَّا مِن بَعْدِ أَن يَأْذَنَ اللَّهُ لِمَن يَشَاء وَيَرْضَى

[6] - Imam Sadiq (selamên Xudê li ser bin) di bihnên paşî yên jiyana xwe d‌a kerem kir: « إنّ شفاعَتَنا لا تَنالُ مُستَخِفّاً بالصّلوةِ » - “Muheqeq şefa’eta me ber sivikkerê nimêjê nakevê”. (Bihar-ul Enwar, c. 4, s. 2).

[7] - Pêxember (selat û selamên Xudê li ser wî û alê wî bin) gotiye: مَن لَم یـُؤمِن بِشَفاعَتی فَلا أنالَه‌ اللّهُ شَفاعَتِي» - «Kesê bawerîyê bi şefa’eta min neyinê, Xudê şefa’eta min nakê behra wî û ewî ber şefa’eta min naêxê. (Bihar-ul Enwar, c. 8, s. 58, E. 84).

[8] - Hed‌îd‌ / 19 «Ewên bawerî bi Xudê û pêxemberên Wî heyîn, li bal Xud‌a yê xwe sid‌d‌îq û şehîd ‌in».

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah