Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

MUQAYESE YA DINYA Û AXIRETÊ

MUQAYESE YA DINYA Û AXIRETÊ
  • Morteza
  • 2016-07-05 05:07
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 485
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Ew nasîna me pê 'eql û neqlê derheq axiretê da peyda kirî ev imkan da me ku em bikarîn ji çend milan ve dinya û axirtê gel hev qiyas bikîn. Elbet ev muqayese di Qur’ana pîroz da jî hatiye kirin û em dikarîn pê behre girtina ji Qur’ana pîroz û mubarek hilsengênekî durust derheq jiyana dinya û axiretê da pêk bînîn û seratiya 'alema axiretê bidîn berçavan.

Jinav çûna dinyayê û ebedî bûna axiretê yêkemîn ixtilafa eşkere di nav 'alema dinya û 'alema axiretê da mehdûd bûna 'emr û temenê dinyayê û ebedî û daimî bûna axiretê ye.

Di vê dinyayê da ji 'emrê her kesekî ra xilasek û temam bûnek heye ku ji nêzîk ve an piçekî derengtir wê bigehê. Heta eger kesek bi sedan an hezaran sala jî 'emr bikê paşî ra pê guherînên ku di cihana tebî'et da di wextê «pifdana sûra ewil» da çêdibê, wê xilas bibê û bigehê axir. Çewa ku di dersên pêşî de jê hat xeberdan. Ji alîyê dî ve vêca dorûberê 80 ayetên Qur’anê ji ebedî bûn û her mayîna roja axiretê daxivin (binêrin ayetên xulûd û her û her mayîna bihişt û cehnemê) û eşkere ye ku mutenahî her çiqa dirêj bê jî, qet nisbetek bal ne mutenahî ve tunehin.

Nixwe 'alema axiretê ji nezer dewam û manê ve seratiyek mezin ser dinyayê heye û ev gotin di gelek ayeta de pê «ebqa - ya mayînê» bona axiretê[1]  û «qelîl - kêm» bûna dinyayê[2] hatiye nîşan dan. Û di ayetên dî da jiyana dinyayê şebihandiye giyayekî ku çend rojekî kesk e û paşê ji nêzîk ve diçilmisê û paşî ra hişk dibê û jinav diçê;[3] li ser vê me'nê şidandiye. Û di ayetekî da jî kerem kiriye: "ewa li bal Xudê baqî ye û dimînê" (Nehl / 96).

Cuda bûna xweşîyê ji 'ezab di axiretê da

Ferqek dî ya binyatî navbeyna jiyana dinyayê û jiyana axiretê da ev e ku xweşîyên dinyayê û jiyana wê tevlî zehmet û nexweşîyê ne, ne wereng e ku birek ji xelkê her daim şahî û di nav xweşîyê da bin û bir û deste ya dî bervajîyê wan her di nav xem û 'ezab û nexweşîyê da bin, belkî xelk hemî bi awayê hem xweşî û şahî bûn ser wan da tê û hem xemdar dibin û nexweşî ser wan da tê.Lêbelê 'alema axiretê du pişkên ji hev cida û veqetayî ye (bihişt - cehnem), di pişkekî da qet nexweşî û xem û tirs û 'ezab nîne û di pişka dî da jî xêncî ji 'ezab û nexweşî û xem û tirsê tunehin.

Ev li ber hev girtin û muqayese di Qur’anê da jî hatiye û seratî ya xweşîyên axiretê û nêzîk bûna Xudê ser ni’metên dinyayê ra hatiye girtin, çewa ku nexweşîyên axiretê jî ser nexweşîyên dinyayê ra zaniye[4]

Eslî bûna axiretê

Ferqek dî ya muhim navbeyna dinya û axiretê da ev e ku jiyana dinyayê pêşekî ya axiretê ye û wesîle ya dest ve anîna bextewerî ya her û her e. Û ji ya axiretê jiyana axirîk û eslî ye û herçend jiyana dinyayê û xweşîyên wê xwesta mirov e; lê pê vê nêrînê ku hemî pêkve wesîle ya imtihan û wesîle ya tekmula heqîqî û dest ve anîna bextewriya ebedî ye, nikarê eslî bê û biha û qîmetê heqîqîyê wê girêdayî ye bi wî qût û rizqî ve ku mirov ji jiyana xwe ya ebedî re berhev dikê (Qeses / 77).

Ji ber vê çendê eger kesek jiyana axiretê jibîr bikê û berê xwe bidê xweşîyên dinyayê û lezzetên wê ji xwe re bikê hedef, ewî bihayê wê yê rastî nas nekiriye û jêre bihayek xeyalî daniye, çimko ewî wesîle di şûna hedef û armancê da daniye. Û karek wiha xêncî mijûlî û xaphanê ne tiştek dî ye, [5]  ji ber vê yêkê ye ku Qur’ana pîroz jiyana axiretê, jiyana heqîqî û rastî zaniye ('Enkebût / 64, Fecr / 24).

Gerek ev jî bê zanîn: Nebaşîyên ku ji dinyayê ra hatîn gotin, girêdayîne bi awayê nêrîna mirovê dinyaxaz ve; eger ne, jiyana dinyayê ji bendeyên layiq yên Xuda re ku bi heqîqeta jiyana dinyayê hesiyane û bi çavê wesîlê berê xwe didinê û ji her bêhnek ya 'emrê xwe ji bexteweriya xwe ya ebedî ra behrê jê digirin, ji wan ra ne tenê xirabiya dinyayê nehatîye gotin û dinya ne xirab e, belkî gelek jî xwey qîmet û bihadar e.

Netîce ya bijartina jiyana dinyayê

Wek çewa hatî gotin gorekî ewê seratiya pir zêde ya axiretê li ser dinyayê, bijartina jiyana dinyayê li ser axiretê karek bê 'eqlî ye (E'la / 16, Fecr / 24) û desthatek ji xem û puşmanîyê pêve jêre nîne, û pîsatî ya vî karî hingê pitir eşkere dibê ku mirov bizanê xêncî ji dest dana xweşîyên ebedî bextreşî ya ebedî jî pêve tê. Û kesê axiretê jibîr bikê an inkar bikê, ne hema ji xweşîyên bihiştê bê behr dibê belkî ji her û her re wê 'ezabê cehnemê dest xwe ve bênê û zerera wî çend beraber e (Kehf/104-105, Hûd/22, Neml / 4- 5).

Ev e ku Qur’ana pîroz ji aliyekî ve behsa seratî ya xweşî yên axiretê dikê û hişyarîyê didîyê ku newebê jiyana dinyayê hewe bixapênê; [6] ji alîyê dî ve jî zererên dildana dinyayê û jibîr kirina axiretê û inkar an şika di cihana ebedî da dijmêrê û ser vê yêkê dişidênê ku ev karê he dibê sebebê bextreşî ya her û her[7]. Ne wereng e ku yê dinyayê dibijêrê hema tenê ji xêra axiretê bêbehr dibê, belkî xêncî ji wê ceza û nexweşiya ebedî jî li ser cih dibê.

Û sirra wê ev e ku mirovê dinyaxaz û dinyaperês karîn û isti'dadên ku  Xuda dayînê zayi' kiriye û jinav biriye û dara ku gereke fêkîyê bexteweriya ebedî pêve bihata hişk kiriye û bêfêkî hiştiye û hay ji heqê qenckerê heqîqî (ibadet) nemaye û qencîyên ku Wî dayînê di rêka razî bûna Wî da mesref nekiriye û hema ev kes e ewê dema desthata evê bijartina xwe ya xirab dibînê, dixazê ku xwezî ax bûya û evahe nehat bûya serê wî (Nebe' / 40).

[1]- Kehf / 36, Meryem / 76, Taha / 73, 131, Qeses /60, Şûra / 36, Xafir / 39

[2] - Alê ‘Imran / 197, Nisa / 77, Tewbe / 38, Nehl / 117.

[3] - Yûnus / 24, Kehf / 45, 46, Hed‌îd‌ / 20.

[4] - Re'd‌ / 34, Taha / 127, Secd‌e / 21, Zumer / 26, Fussilet / 16, Qelem / 33, Xaşiye / 24.

[5] - Alê ‘Imran / 185, 'Enkebût / 64, Muhemmed‌ / 36, Hed‌îd‌ / 20

[6] - Beqere / 102, 200, Tewbe / 38, Rûm / 33, Fatir / 5, Şûra / 20, Zuxruf / 32, 35.

[7] - Isra / 10, Beqere / 86, En’am / 130, Yûnus / 7, 8, Hûd‌ 15, 16, Ibrahîm / 3, Nehl / 22, 107, Mu’minûn / 74, Neml / 4, 5, 66, Rûm / 7, 16, Luqman / 4, Sebe’ / 8, 21; Zumer / 25, Fussilet / 7, Nazi'at / 38, 39.

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah