Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

HEZRETÊ MEHDÎ

HEZRETÊ MEHDÎ
  • Morteza
  • 2016-07-05 03:07
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 599
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Di dersên borî de me hinek hedîsên dagirê navên imamên pak anîn, lê vê derheqê da gelek riwayetên dî jî hene, di hineka da tenê behsa êjmara wan hatiye; di hineka da hatiye ku hemî ji Qureyş in; di hineka de hatiye ku neh kes ji wan ji zarokên imam Huseyn in (s); û di hinek riwayetên ehlê sunnet da û di riwayetên mutewatirên Şî'a da jî navê yêkyêkê wan hatiye (binêrin kitêba Muntexeb-ul Eser, s 10 - 140) her wiha bi rêka Şî'an ve derheq imameta her yêk ji wan da riwayet hene ku li vê derê heta mecala neqla nimûnên hedîsa jî vê derheqê da tunehin (binêrin kitêbên hedîsî wek Bihar-ul Enwar, Xayet-ul Meram, Isbat-ul Hudat û ... ).

Ji ber vê yêkê emê di axirîn dersa vê pişkê da behsa imamê duwazdê hezretê Mehdî (s) bikîn û ji kurt vebirînê re tenê emê derheq muhimtirîn nukteyan da baxivîn.

Hukmeta ilahî ya cihanî

Me zanî ku hedefa eslî ji rêkirina pêxemberan ew bûye ku şert û mercên li xwe zêdekirin û ruşd û tekamula mirov bi awayê azad û agahane bi rêka wehyê ve werin cî û her wiha hinek hedefên dî jî wek arîkariya 'eqlanî û terbiyeta yên qabiliyet heyîn ji nezer rûhî û me'newî ve. Her yêk ji pêxemberan li ber bûne ku komelek baş li ser binyatên Xudê perêsîyê ava bikin û berfireh kirina ‘edaletê li seraserê cihanê da daxaza wan bûye, û her yêkî gorekî karîna xwe vê derheqê da xebtiye û hinek ji wan karîne di sînor û hudûdek coxrafiyayî da û di zemanek taybet da hukûmeta ilahî ava bikin û çêkin, lê ji çi yêk ji wan ra çênbebûye ku hukûmetek cihanî deynin.

Elbet pêk nehatina şert û mercan ji vê yêkê ra ne nîşanê kêmasiya di bername û mudîriyeta wan da ye û her wiha ne bi wê me’nê ye ku hedefa ji rêkirana pêxemberan nehatiye cî û muheqeq nebûye; çimko wek çewa hatî gotin hedef, pêk hatina şert û merca ye ji bona seyr û hereketa ixtiyarî ya mirovan «da piştî pêxemberan kesî delîl li ser Xudê tunebê»[1] ne ku mecbûr kirina xelkê ji qebûl kirina dînê heq ra û her wiha mecbûr kirina wan ji peyrewiya rehberên ilahî ra. Û ev hedef pêk hatiye.

Lê di vî halî da jî Xuda yê Te'ala di kitêbên Xwe yên 'esmanî da we'da pêk hatina hukûmeta ilahî li seraserê cihanê da daye, ku mirov di karê ewê pêşgoyîyek hesab bikê ji bona vebûna rêkê ji qebûl kirina dînê heq ra di nav komek mezin û berfireh ji komela insanî da. Ku pê biheve girtina ji mirovên hêjayî û gelek komên berketî û pê arîkariya xeybî 'erqelên li ser rêka hukûmeta cihanî rabê û 'edalet di nav vî xelkê ji zulmê westayî da belav bibê ku mirov dikarê evê hukûmetê hedefa paşîn ji rêkana Pêxemberê Xatem (s) û dînê wî yê cihanî û daimî bizanê, çimko derheq wî da kerem kiriye: « لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدِّينِ كُلِّهِ - da ewî ser hemî dîna bêxê».[2]  

Pê berçav girtina vê yêkê ku imamet temamkerê pêxemberîyê ye û pêk hatina pişka hikmeta xatemiyetê ye, mirov dikarê evê netîcê bigirê ku ev hedef bi rêka axirîn imam ve wê pêk bê. Û ev hema ew gotin e ku di riwayetên zehfî û mutewatir da hatiye gotin. Li vêderê emê ewil çend ayta bînin ku behsê ji vê hukûmetê dikê û di pey ra jî emê hinek riwayetên girêdayî bi vê behsê ve bînîn.

We'da Xudê

Xudê di Qur’anê da dibêjê:

« وَلَقَدْ كَتَبْنَا فِي الزَّبُورِ مِن بَعْدِ الذِّكْرِ أَنَّ الْأَرْضَ يَرِثُهَا عِبَادِيَ الصَّالِحُونَ»

"Me di Tewrat û Zebûrê da nivîsiye ku mîratberên 'erdê mirovên qenc in» û di sûretê E’raf, ayeta 128 da wek vê gotinê ji hezretê Mûsa (selamên Xudê lê bin) neql bûye. Û bê şik we'da Xudê heqq e û wê bê cî.

Li ciyek dî da işare dikê bo çêroka Fir’ewn ku xelk jar kiribûn û kerem dikê:

«وَنُرِيدُأَن نَّمُنَّ عَلَى الَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا فِي الْأَرْضِ وَنَجْعَلَهُمْ أَئِمَّةً وَنَجْعَلَهُمُ الْوَارِثِينَ»

"Em dixazin başiyek zehfî digel jar bûyan bikin û ewa bikin serok û mîratberê 'erdê» (Qeses / 5). Herçend ayet derheq jarên benî israîl da ye ku wê bigehin qudretê, lê kelîme ya «Nurîd» işare dikê bal dewam û istimrara vê we'dê ve û ji ber vê gelek riwayetan ev ayet tetbîq dane ser rabûna imam Mehdî (selamên Xudê lê bin). (Bihar, c. 51, s. 54, c. 35, s. 63 - 64).

وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَيَسْتَخْلِفَنَّهُم فِي الْأَرْضِ كَمَا اسْتَخْلَفَ الَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ وَلَيُمَكِّنَنَّ لَهُمْ دِينَهُمُ الَّذِي ارْتَضَى لَهُمْ وَلَيُبَدِّلَنَّهُم مِّن بَعْدِ خَوْفِهِمْ أَمْنًا يَعْبُدُونَنِي لَا يُشْرِكُونَ بِي شَيْئًا وَمَن كَفَرَ بَعْدَ ذَلِكَ فَأُوْلَئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ

"Ew kesên ji hewe îman anîn û karên qenc kirîn wê bigehin xilafet û cîgiriya 'erdê û di nav êmnahîyê da wê 'ibadet û bendetiya Xuda bikin» (Nûr / 55). Û di riwayeta da hatiye nimûna kamila vê we'dê di zemanê hezretê Mehdî da ye (selamên Xudê lê bin). (bihar, c 51, s 58, c 50, s 54, c 34, 64).

Her wiha riwayetên dî jî hene ku çend ayetên dî jî[3] tetbîq didin gel zemanê wî hezretî ku ji ber dirêj nebûnê em ewa naynin. (binêrin: Bihar, c. 51, s. 44, 64).

Nimûneyek ji riwayetan

Riwayetên ku Şî'e û Sunniyan ji pêxember derheq hezretê Mehdî da gêrayîn û neql kirîn ser heddê tewaturê ra ye, hema tenê riwayetên ku Sunniyan neql kirîn ser gotina hinek ji 'alimên wan di heddê tewaturê da ne! [4]  Hinek ji wan baweriya bi hezretê Mehdî (s) ittifaqî zanîne di nav hemî bir û fireqên musilmana da[5]  û hinek ji zanayên Ehlê Sunnet derheq wî û nîşanên eşkere bûna wî da kitêb nivîsîne. [6]

 

Hinek riwayetên Ehlê Sunnet vê derheqê de

Çend riwayet ji pêxember gêrane ku kerem kiriye: "Eger 'emr û temenê dinyayê ji rojekî pêve nemabê, wê Xudê ewê rojê ewqas dirêj bikê heta kesek ji Ehlê Beyta min û hevnavê min bigehê hukûmetê (hukmetekî çêkê û 'erdê tejî 'edalet bikê çewa ku pêşda tejî zulm û sitem bûbê) [7]

Ji hezretê Ummê Selemê riwayet kirine ku: pêxember gotiye: "Mehdî ji binemala min e û ji zarokên Fatimayê ye"[8].

Ibnê 'Ebbas: Pêxember kerem kir: "'Elî imamê ummetê ye piştî min, û Qaimê Mutezer [Mehdî] ji zarokên wî ye û dema derkevê wê 'erdê tejî 'edalet bikê çewa ku tejî zulm bûyî. (Yenabî'ul Meweddet, s. 294).

Veşartin û sirra wê

Ji taybetîyên imamê duwazdê ku di riwayetên Ehlê Beytê da jê hatiye xeberdan xeybet û veşartin û xef bûna hezretê Mehdî ye.

Ji wan riwayetan yêk jî ji 'Ebd-ul'Ezîmê Hesenî ye ku ji imam Muhemmed Teqî (selamên Xudê li ser bin) û ew ji babê xwe û ji Mîrê bawerdaran neql dikê ku kerem kir: «Qaimê me veşartinek dirêj jêre heye, heçweku ez dibînim di zemanê veşartî bûna wî da Şî'e wek heywanê birsî ku li pey çêrîngehê ye, lê digerin; lê ewî peyda nakin. Heyhê! Herkes ji wan ku di dînê xwe da cîgir bimînê û ji ber veşartî bûna dirêja imamê xwe dilreq nebê di roja qiyametê da wê digel min û di merteba min da bê". Paşê kerem kir: "Dema Qaimê me radibê bey'et ji kesî li ser wî nîne (qet çi hakimekî li ser wî desthelat nîne) û ji ber vê yêkê xef ji dayikê dibê û ji ber çavên xelkê tê veşartin. (Muntexeb-ul Eser, s. 255).

Ji Imam Seccad (selam li ser bin) ji babê wî, ji mîrê bawerdaran riwayet bûye ku: "Qaimê me du veşartin jêre hene, yêk ji ya dî dirêjtir e, û tenê ewê yeqîna wan qewî û nasîn û zanîna wan durust li ser imameta wî sabit dimînin." (Muntexeb-ul Eser, s. 251). Ji bona kifş bûna sirra veşartî bûnê lazim e em di ser boriya imaman da çavekî bixişikînin:

Çewa ku em zanin piştî Resûlê Xudê (s) pitirê xelkê digel Ebûbekr û paşê 'Umer û paşê 'Usman bey'et kirin û di dûmahîka xilafeta wî da ji ber hinek seragirtinên ne di cî da ku kir, sehabe di beraberê wî da rabûn û ew kuştin û digel Mîrê bawerdara bey'et kirin.

Ew hezret ji alîyê Pêxember ve (s) ji xelîfetîyê ra hatibû danîn û di zemanê xilafeta sê xelîfan da ji ber mesleheta komela nûgehştî ya Islamê xeber neda û bêdeng bû û xêncî ji itmama huccetê ra çi gotin negotin, lê di wî halî da jî heçî karî di feyda Islam û musilmana da bû xwe jê neda paş. Û dewrana hukûmeta wî ku ji çend salekî pêve nebû pê şerê digel eshabê Cemel û Mu'awiye û Xewarican xilas kir û paşî ra jî bi destê yêk ji Xewarican şehîd bû.

Imam Hesenê Mucteba jî bi destûra Mu'awiye hat jehrî dan, û piştî mirina Mu'awiye, kurê wî Yezîd ku hay ji zahir û rûmetê Islamê jî nedima hukûmet û padişahiya Emewî bi dest xwe girt, mesele bi vî awayî pêşda çû heta êdî nav û nîşanek ji Islamê nema. Ji ber vê yêkê Imam Huseyn (s) çareyek ji rabûnê pêve nedît û pê şehadeta xwe qederekî hişyarî ji musilmana re çêkir û Islametî ji jinav çûnê xilas kir, lê şert û merc ji çêkirina hukûmeta Islamî ra pêk nehatin û ji ber vê yêkê imamên dî ji qewî kirina esasên dîn û bawerîyê û belav kirina zanînên dînî û exlaq ra xebitîn û di heddekî da jî ku rêk hebûya xelk di beraberê zulm û zorgoyîyê da radikiran û ew ji pêk hatina hukûmeta ilahî ya cihanî ra hêvîdar dikiran û welhasil yêk pey yêkî ra hatin şehîd kirin.

Û imamên pak di muddetê dused û pêncî salan karîn pê ragirtina zehmetiyan û muşkilatên sext û dijwar heqîqetên Islamê ji xelkê ra bêjin; çi bi şiklê giştî ji xelkê ra û çi jî bi şiklê taybet û xas ji nêzîkên xwe ra û bi vî awayî zanînên dînî û şerî'eta Muhemmedî (s) bi şiklên muxtelif di nav komelê da belav bû. Û ji aliyekî ve jî di goşe û kenarê memleketê Islamî da kom û hereket û bizav rabûn û çêbûn û heta bi qederekî pêşî li zulm û sitemkaran hat girtin.

Lê her dem hakimên serserî ji we'da rabûna hezretê Mehdî ditirsiyan û ji wê çendê dibizdiyan ku rabê û hukûmeta wan têk bidê, ji ber vê yêkê hakimên zemanê imam Hesenê 'Eskerî da gelek dijwar çavdêrî li ser kirin ku eger Xudê zarokekî bidîyê ewî bikujin, lê irade ya Xuda li ser wê sekinî bû ku hezretê Mehdî bê dinyayê û ji komela beşerî ra bê zexîre kirin. Û ji ber vê yêkê bû ku heta pênc salîyê jî di zemanê saxiya babê xwe da ji mirovên pir nêzîk û taybet pêve kesî ew ziyaret nedikira û piştî wefata babê wî peywenda imam Mehdî bi rêka çar kesan ve ('Usmanê kurê Se'îd, Muhemmedê kurê 'Usman û kurê Se'îd, Huseynê kurê Rûh û ‘Elî yê kurê Muhemmedê Semurî) ku yêk pê yêkî re wekîlê wî yê taybet bûn digel xelkê dewam kir. Û ji wê pêve ji zemanek neme'lûm ra «veşariya mezin» destpê kir û wê dewam bikê heta roja ku cami'e ya beşerî hazir bibê ji hukûmeta ilahî ya cihanî ra û hingê wê bi emr û fermana Xuda derkevê.

Nixwe sirra eslî ya veşariya wî hezretî ev e ku ji zerer gehandina zalim û sitemkaran bê parastin û di hinek riwayetan da işare hatî kirin bal hinek hikmetên dî ve jî ku yêk ji wan imtihan û ceribandina mirova ye, kanê piştî temam bûna delîlê wê çiqas xwe ragirin û bimînin.

Elbet di zemanê veşarîyê da ji xelk bi temamî ji wî bê behr nînin û gorekî di hedîsan da hatî wek roja li piş 'ewran da ye (Bihar, c. 52, s. 92) û xelk ji ronahiya wî behremend in, çewa ku gelek mirov herçend bi awayê nenas ewî ziyaret dikin û ji rakirina nexweşîyên xwe yên maddî û me'newî ra feydê jê dibînin û hema sax bûna wî hezretî sebebek girîng û muhimm e ji dilgermî û hêvîdariya xelkê ra ku xwe durust bikin û hêviya hatina wî bin.

[1] - Nisa / 165 = «لِئَلاَّ يَكُونَ لِلنَّاسِ عَلَى اللّهِ حُجَّةٌ بَعْدَ الرُّسُلِ»

[2] - Binêre: sûretê Tewbe / 33, Feth / 28, Sef / 9. Her wiha binêre: Kitêba Bihar-ul Enwar, c. 51, s. 50, E. 22 û S 60, E. 58, 59.

[3] - (wek: ویكون الدین كله‌ لله‌- لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدِّينِ كُلِّهِ - بقیة الله‌ خیر لكم)

[4] - Binêrin: Sewa’iq Ibn-i Hecer: s. 99. Nûr-ul Ebsar Şeblencî: s. 155, Is'af-ur Raxibîn, s. 140, Futûhat-i Islamiye, c. 2, s. 211.

[5] - Binêrin: Şerhê Ibn-I Eb-il Hedîd‌ ya Nehc-ul Belaxe, c. 2, s. 535, Sebaik-uz Zeheb Suweyd‌î, s. 78, Xayet-ul Meram, c. 5, s. 362.

[6] - Wek kitêba «El Beyan Fî Exbar Sahib Zeman», nivîsîna Hafiz Muhemmed‌ Bin Yusuf Gencî Şafi'î ku li sed sala 7 d‌a di‌jiya, û kitêba «El Burhan Fî ‘Elamat Mehdî Axir Zeman», nivîsîna Mutteqî yê Hind‌î ku li Qerna 10 d‌a di‌jiya.

[7] - Binêrin: Sehîha Tirmizî, c. 2, s. 46,. Sehîha Ebû Dawûd, c. 2, s. 207, Mesned Ibn-i Henbel, c. 1, s. 387, Yenabî’ul Mewedde, s. 186, 258, 440, 448.

[8] - Binêrin: Is'af-ur Raxibîn, s. 134, gêrana ji Sehiha Muslim û Ebû D‌awûd‌ û Nisayî û Ibn-i Mace û Beyheqî.

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah