Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

ISMET Û ‘ILMÊ IMAM

ISMET Û ‘ILMÊ IMAM
  • Morteza
  • 2016-07-05 03:07
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 687
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Di dersa 36 de me got ku ixtilafa Şî'e û Sunniya di behsa imametê da di sê ciha da ye: Yêk: evahe ku gereke imam ji alîyê Xuda ve bê danîn. Du: gereke imam xweyê meleka ‘ismetê bê. Sê: gereke xweyê ‘ilm û zanînek xudadayî bê. Di dersa 37 de pê beyanek 'eqlî her sê mesele sabit bûn û di dersa 38 de me işare kir bal hinek delîlên neqlî ve ku imamên pak yên Ehlê Beytê (selamên Xudê li ser wan bin) ji alîyê Xuda ve hatine kifş kirin û danîn; û di vê dersê de jî emê behsa ‘ismeta wan û ‘ilmê xudadayî yê wan bikîn.

‘Ismeta imam

Piştî sabit kirina vê yêkê ku imamet meqameke ku ji alîyê Xuda ve tê dayîn û bi rêka Wî ve gehaye ‘Elî yê kurê Ebû Talib û zarokên wî (selamên Xuda li ser wan bin) mirov dikarê ‘ismeta wan ji vê ayeta şerîfe derênê ku kerem dikê: Beqere / 124

لا ینال عھد‌ی الظالمین

çimko ayet dana meqamê xudayî nefy dikê ji wa kesên guneh kirîn.

Her wiha ayeta «اولوا الأمر - Ul-ul emr» ku guhdana temam ya wan lazim zaniye û daniye di kêleka guhdana Resûlê Xuda de (s), tê fêhmê ku qet çi caran guhdana wan munafat û dijatî digel guhdana Xuda yê Te'ala nînin. Nixwe emrê mutleq bi guhdana wan bi me'na wî qasî ye ku ew parastî û me'sûm in.

Her wiha ‘ismeta Ehlê Beytê pê ayeta tethîrê (Ehzab / 33) jî tê sabit kirin:

«إِنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ لِيُذْهِبَ عَنكُمُ الرِّجْسَ أَهْلَ الْبَيْتِ وَيُطَهِّرَكُمْ تَطْهِيراً»

bi vî awayî ku: irade ya teşrî'î ya ilahî derheq pak bûna bendeyan de ne taybet û mexsûsê kesî ye, nixwe ev irade ku ji Ehlê Beytê re (s) xas û taybet bûye, irade ya tekwînî ya ilahî ye û xulf û xilaf jî têda nîne, çimko ayet kerem dikê: Yasîn / 82

 «إِنَّمَا أَمْرُهُ إِذَا أَرَادَ شَيْئًا أَنْ يَقُولَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ»

û tethîr û pakiya mutleq û bê qeyd û nefya hemî awayên pîsatîyê hema ‘ismet bi xwe ye. Û em zanîn çi birekî ji musilmana de'wa me'sûm bûna çi yêk ji nêzîkên pêxember (s) û mensûbên wî nekirine, xêncî ji Şî'an ku gotine hezretê Fatima Zehra keça pêxember (s) û duwazdeh imamên Ehlê Beytê selamên (Xudê li wan bin) me'sûm in. (ji zanîna pitir re binêrin: El-Mîzan û kitêba: el-Imame we-l Wilayet Fi-l Qur'an).

Lazimê gotinê ye ku zêdetirê ji 70 riwayetan ku zêdetirê wan jî zanayên ehlê sunnet gêrane, delalet dikin ku ev ayet derheq «pênc kesên pak» da hatiye xarê (binêrin: Xayet-ul Meram, s. 287 - 293) û Şêxê Sedûq ji Mîrê bawerdaran 'Elî (s) gêraye ku Resûlê Xudê kerem kiriye: "Ey ‘Elî, ev ayet derheq te, Hesen û Huseyn û imamên ji nesla te da hatiye" min pirsî: imamên piştî te çend kes in? Kerem kir: "tu, ey ‘Elî, paşê Hesen, paşê Huseyn û piştî wî kurê wî ‘Elî û piştî wî kurê wî Muhemmed û piştî wî kurê wî Ce'fer, û piştî wî kurê wî Mûsa û piştî wî kurê wî Muhemmed û piştî wî kurê wî ‘Elî û piştî wî kurê wî Hesen û piştî hingê kurê wî Huccetê Xuda". Vêca wiha lê zêde kir: "navê wan ser binî ya 'erşê Xudê hatiye nivîsîn. Û min ji Xudê pirsî ev navên kî ne? Kerem kir: "Ey Muhemmed ew imamên piştî te ne. Pak û parastî ne û le'neta min li ser dijminê wa ye". (Xayet-ul Meram [çapa kevin] c. 6, s. 293).

Her wiha hedîsa "Seqeleyn" ku Pêxember (s) Ehlê Beyta xwe rex Qur’anê daniye û gotiye ji hev naqetin, delîlek ronahî ye li ser parastî bûn û ‘ismeta wan; çimko kirina biçoktirîn guneh heta eger bi sehw û nezanîn bê jî mufariqet û cidahiya ji Qur’anê ye.

‘Ilmê imam

Şik nîne ku Ehlê Beyta Pêxember (s) ji xelkê pitir ji ‘ilmê Pêxember (s) behremend bûne, çewa ku derheq wa da gotî:

«لا تُعِلّموھم فَإنّھم أعلَمُ مِنكُم- Ewa hîn nekin; çimko ew ji hewe zanatirn» (Usûlê Kafî, c. 1, s. 294) nexasma Mîrê bawerdaran ku ji zarokiya xwe ve li bal pêxember (s) mezin bûye û heta axirîn bêhnên jiyanê gel wî bûye. Û her û her li ber bû ku tişta ji Pêxember (s) hîn bibê û pêxember derheq wî da got:

«أنا مَد‌ینةُ العِلم و علیُّ بابُھا- Ez bajarê ‘ilmê me û ‘Elî derîyê wê ye»; (Mustedrek, c. 3, s. 226). Û ji mîrê bawerdaran bi xwe hatiye neql kirin ku got:

إنّ رسولَ اللّهِ صلّی اللّه و آله‌ عَلَّمَنِی ألفَ بابٍ، و كُلُّ بابٍ یَفتَحُ ألفَ بابٍ فَذالِکَ ألفَ ألفَ بابٍ، حتی عَلِمتُ ما کانَ و ما یَکونُ إلی یومِ القیامةِ و عَلِمتُ عِلمَ المَنایا و البلایا و فَصلَ الخطاب (Yenabî'ul Mewedde / s. 88, Usûlê Kafî / c. 1, s. 296) .

Yanî: "Pêxember (s) hezar derî yên zanînê nîşa min kirin ku ji her derîkî hezar derî yên dî vedibûna û li ser hev dibin hezar hezar derî. Heta ku ji heçî ya bûyî û ya bibê heta roja qiyametê min agahî peyda kir û ez ‘elimîm ‘ilmê "mena"yan [mirin] û "bela"yan [musîbet] û "fesl-ul xitab"ê [hukmdana heq û durust].

Lê zanîna Ehlê Beytê ne hema ew bûye ku rasterast an bi wasite ji Pêxember (s) hatî girtin, belkî ew bi awayekî ji zanîna ne 'edetî jî behremend bûne. Ku bi awayê «ilham» û «tehdîs»[1]  ji wan ra hatiye dayîn. Zanînek wek ya hezretê Xizr (s) û Zulqerneyn (Kafî, c. 1, s. 268) û hezretê Meryemê û dayika hezretê Mûsa (selam lê bin). (binêrin: Kehf / 65 - 98, Alê ‘Imran / 42, Meryem / 17 - 21, Taha / 38, Qeses/ 7) ku carna di Qur’anê de pê te'bîra wehyê jê hatiye xeberdan, elbet mexsed ji wê ne wehya pêxemberîyê ye. Û pê zanînek wiha bûye ku hinek ji imamên pak di 'emrê zarokîyê da gehane meqam û merteba imametê û ji her tiştî xeber hebûn û ne muhtacê ‘elimîna ji yên dî bûn.

Ev mesele ji gelek riwayetan ku ji imamên pak hatiye neql kirin istifade dibê. Lê pêş gotina hinek ji wan emê ewil işare bikîn bal ayetek ya Qur’anê ve ku ji kesekî an ji hinek kesan daxivê ku (Re'd/43)-: «مَن عِندَ‌ه‌ عِلمُ الكِتاب» û ewî ji heqqaniyeta Pêxemberê Ekrem ra dikê şahid û didê nasandin. Ayet ev e:

«قُلْ كَفَى بِاللّهِ شَهِيدًا بَيْنِي وَبَيْنَكُمْ وَ مَنْ عِندَهُ عِلْمُ الْكِتَابِ»

"Bêje: ji şahidiya di navbeyna min û hewe da Xuda û ew kesê zanîna kitêbê heyî bes e». Re'd / 43.

Bê şik ew kesê şahidiya wî di kêleka şahidî ya Xuda da hatiye deynan û bi navê zanayê kitêbê hatiye nasandin, ev zanîna kitêbê ye ku ew kiriye layiqê vê mertebe ya mezin. Di ayetek dî da behsa vî şahidî kiriye, gotiye di pey Pêxemberê Xuda ra ye: Hûd / 17

«أَ فَمَن كَانَ عَلَى بَيِّنَةٍ مِّن رَّبِّهِ وَ يَتْلُوهُ شَاهِدٌ مِّنْهُ»

Kelîme ya «miِnh-u» delalet dikê ser vê yêkê ku ev şahid ji binemala pêxember (s) û Ehlê Beyta wî ye. Gelek riwayet ji rêka Şî'e û Sunniya ve di dest da hene ku ev şahid ‘Elî yê kurê Ebû Talib e (selamên Xudê li wan bin).

Yêk ji wan riwayetan ev e ku Ibnê Mexazlî yê Şafi'î ji 'Ebdullahê 'Eta riwayet kiriye ku got: "rojekî ez li bal imam Baqir (s) bûm ku kurê 'Ebdullahê Selam (yêk ji zanayên ehlê kitab ku di zemanê pêxember (s) da îman anî) wê derê ra derbaz bû, min jê pirsî gelo mexsed ji « وَ مَنْ عِندَهُ عِلْمُ الْكِتَابِ» babê vî ye? Got: "Ne; belkî ‘Elî yê kurê Ebû Talib e (s) ku ayetên (Hûd / 17 û Maide / 55):

«وَ يَتْلُوهُ شَاهِدٌ مِّنْهُ» - «إِنَّمَا وَلِيُّكُمُ اللّهُ وَرَسُولُهُ وَالَّذِينَ آمَنُوا الَّذِينَ يُقِيمُونَ الصَّلاَةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكَاةَ وَهُمْ رَاكِعُونَ»

jî derheq wî da hatine".

Her wiha gelek riwayet ji rêka Sunnî û Şî'an ve hatine gêran ku mexsed ji «şahid» di sûretê Hûd da ‘Elî yê kurê Ebû Talib e (Xayet-ul Meram, s. 359) û pê berçav girtina taybetî ya hatî gotin ronahî dibê ku yê ayet behsê dikê ji wî pêve ne kesek dî bûye.

Muhimmî ya hebûna «‘ilm-ul kitab» hingê eşkere dibê ku di qiseta hezretê Suleyman de ku textê Bilqîsê tê hazir kirin, dema em berê xwe didn Qur’anê em dibînin ji wî yê text hazir kirî re wiha dibêjê: Neml / 40

«قَالَ الَّذِي عِندَهُ عِلْمٌ مِّنَ الْكِتَابِ أَنَا آتِيكَ بِهِ قَبْلَ أَن يَرْتَدَّ إِلَيْكَ طَرْفُكَ»

Yanî: "Ewê hinek ji zanîna kitêbê heyî got: «hêj te çavê xwe nenûqandî û pilkê xwe li hev nedayî, ezê textê bilqîsê hazir bikim»".

Ji vê ayetê tê fêhmê ku zanîna hinek ji kitêbê ev esera 'ecêb heye ku textê Bilqîsê ji cihek dûr di bêhnekî de hazir bikê. Û ji vê derê mirov dikarê pê bihesê ku zanîna hemî kitêbê çiqas eserên mezintir hene û ev nukteyeke ku imam Sadiq (s) di hedîsa ku Sedîr ji wî neql kirî da dibêjê:

Sedîr dibêjê: "ez û Ebû Besîr û Yehyayê Bezzaz û Dawûdê kurê Kesîr di civata Imam Sadiq (s) da bûn, û bi kerb û xezeb ve hat rûnişt û kerem kir: "eceb ji xelkê ku guman dikin me ‘ilmê xeybê heye? Halhale ji Xudê pêve kesî ‘ilmê xeybê nîne, û min xwest ez xudama xwe tembîh bikim û ew revî û min nezanî ew li kîjan odê da ye".

Sedîr dibêjê dema imam Sadiq ji civatê rabû da biçê mal, ez û Ebû Besîr û Muyesser gel wî çûyîn û me gotê: em guhrî! Me xeberdana te derheq xidamê da guhlê bû û em we dizanîn hewe zehf ‘ilm û zanîn hene, lêbelê em nabêjîn hewe ‘ilmê xeybê heye.

Ewî hezretî kerem kir: "Ey Sedîr, qey te Qur’an nexwendiye?" Min got belê; kerem kir: te ev ayet xwendiye: Neml / 40

قَالَ الَّذِي عِندَهُ عِلْمٌ مِّنَ الْكِتَابِ أَنَا آتِيكَ بِهِ قَبْلَ أَن يَرْتَدَّ إِلَيْكَ طَرْفُكَ

Min got: belê ez guhrî! Min xwendiye. Kerem kir: "tu zanî evî kesî çiqas ji zanîna kitêbê hebûye?" Min got: tu keremke bêje. Got: "qas dilopekî ji behra berfireh".

Paşê kerem kir: gelo te ev ayet xwendiye:

قُلْ كَفَى بِاللّهِ شَهِيدًا بَيْنِي وَبَيْنَكُمْ وَ مَنْ عِندَهُ عِلْمُ الْكِتَابِ

Min got: belê! Kerem kir: "gelo ewê zanîna kitêbê hemî li balê zanatir e an ewî an ewê hinekî ji kitêbê zanî?" Min got ewê hemî zanîna kitêbê li balê. Vêca işare kir bal singê xwe ve û got: "Sond bi Xudê zanîna hemî kitêbê li bal me ye. Sond bi Xudê zanîna hemî kitêbê li bal me ye" (Kafî, c. 1, s. 257, çapa Dar-ul Kitab).

Hinek dî ji riwayetên derheq zanîna Ehlê Beytê de

Imam Riza (selamên Xudê li ser bin) di hedîsek dirêj behsa imametê da kerem kir: "dema Xudê Te'ala kesekî ji (imametiya) xelkê ra dibijêrê, singfirehîyê didîyê û çavkanîyên hikmetê ser dilê wî da dirêjê û zanînê jêre ilham dikê da ku ji cewabdana çi pirsyarekî nekar nebê û di nas kirina heqîyê de şaş û heyirî nemînê, vêca ew parastî û li ber tewfîq û arîkarî û şidandina Xuda ye; ji xeletî û şimtînan di emanê da ye, Xuda eva xesletan didîyê da ku delîl bê li ser 'evdan û şahid bê li ser mexlûqan û evahe dana xudayî ye ku heçî kesê ew bixazê didîyê".

Vêca kerem kir: "Gelo, xelk dikarin evî mirovê wiha (nas bikin û) bibijêrin?! Û gelo bijartina wan ev sifet têda hene?!" (Kafî, c. 1, s. 198 - 203).

Ji Hesenê kurê Yehya yê Medainî neql bûye ku dibêjê min ji imam Sadiq pirsî: dema pirsyarek ji imam tê kirin çewa (pê çi zanînê) cewab didê? Kerem kir: "carna jêra ilham dibê û carna ji melaiket dibihîzê û carna her du (Bihar, c. 26, s. 58).

Û di riwayetek dî da imam Sadiq (s) kerem kir: "ew imamê ku nezanê çi bela wê serda bê û karê wî wê bigehê kûderê, ew nabê hucceta Xudê li ser 'evdên Wî". (Kafî, c. 1, s. 258).

Her wiha çend riwayet ji wî hezretî neql bûne ku kerem kiriye: kengê imam bixazê tiştekî bizanê, Xuda yê Te'ala pê didê zanîn (Kafî, c. 1, s. 258).

Her wiha di gelek riwayeta da dîsa ji imam Sadiq riwayet bûne ku kerem kir: "rûh, mexlûqeke mezintir ji Cibraîl û Mîkaîl ku digel pêxemberê Xuda bû (s) û piştî wî digel imama ye (s) û ewan li ser karê wan dişidênê". (Kafî, c. 1, s. 273).

[1] - Binêrin: Usûlê Kafî, Kitab-ul Huccet, s. 264 û 270

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah