Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

DANÎNA IMAM

DANÎNA IMAM
  • Morteza
  • 2016-07-05 03:07
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 758
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Me di dersa borî da got ku xetma pêxemberîyê bêy nesb û danîna imam xilafê hikmeta ilahî ye; û kamil bûna dînê cihanî û ebedî yê Islamê bi vê ye ku piştî pêxemberê Islamê (s) cîgirên layiq ji wî ra bên deynan û kifş kirin ku xêncî ji pêxemberîyê xwey meqam û mertebe yên wî yên dî bin.

Mirov dikarê gotina jorî ji ayetên Qur’ana pîroz û gelek hedîs û riwayetên Sunnî û Şî'an ku di tefsîra wa ayeta de neql kirîn istifade bikê.

Yêk ji ayetan, ayeta 3 ji sûretê Maide ye ku kerem dikê:

الْيَوْمَ أَكْمَلْتُ لَكُمْ دِينَكُمْ وَأَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَتِي وَرَضِيتُ لَكُمُ الإِسْلاَمَ دِينًا

Ev ayet ku tifaqa ehlê tefsîrê li Heccet-ul Weda'ê da nazil bûye û tenê çend mehan pêşiya rihleta pêxember da (s) hatiye xarê, piştî bê hêvî bûna kafiran ji zerer gehana Islamê « الْيَوْمَ يَئِسَ الَّذِينَ كَفَرُوا مِن دِينِكُمْ فَلاَ تَخْشَوْهُمْ وَاخْشَوْنِ...» li ser vê meselê dişidênê ku îro min dînê hewe kamil û ni’met û başiya Xwe li ser hewe temam kir, pê melheza riwayetên zehfî ku şe'nê nuzûla vê ayetê da hatiye, baş ronahî dibê ku mexsed ji ikmal û itmamê ku di wî wextî da bûye ku kafir bêhêvî bûne ji wê yêkê ku bikarin zererê bigehênin Islamê hingê bûye ku ji alîyê Xudê ve cîgir ji Resûlê Xudê ra (s) hatiye deynan. Çimko dijminên Islamê hêvîdar bûn piştî wefata pêxember (s) nexasma ku zarokên kur jî tunebûn Islam bimînê bê serok û bikevê ze'êfî û ber jinavçûnê, lê pê danîna cîgirê wî, dînê Islamê geha kemala xwe û ni’met û qencî ya ilahî temam bû û kafir bê umîd û bê hêvî bûn (ji zanîna pitir ra binêrin tefsîra El-Mîzan / tefsîra ayeta jorî).

Ew jî bi vî awayî bû ku dema pêxember (s) ji axirîn hecca xwe (heccet-ul weda') zivirî, hecî hemî li ciyekî bi navê "Xedîr Xum"ê kom kirin û di wextê xwendina xutbeyekî dirêj da ji wan pirsî: ألست اولی بكم من أنفسكم – "ma gelo ez ji alîyê Xudê ve ne mezin û serokê hewe me? [1] Hemiya pêkve cewab dan ku: "belê". Vêca milê ‘Elî (s) girt û li beraberê xelkê da bilind kir û kerem kir:     من كنت مولاه‌ فعلی مولاه‌ - "kesê ez serokê wî bim, ‘Elî jî serokê wî ye" û bi vî awayî welayeta ilahî ji wî hezretî ragehand guhê hemiyan. Paşê hemî yên hazir gel wî hezretî bey'et kirin û yêk ji bey'etkeran xelîfê duwê bû ku dema bey'et gel mîrê bawerdaran ‘Elî (s) kirî gotê: بخ بخ لك یا علی اصبحت مولای و مولی كل مؤمن و مؤمنة – "mizgînî û şahî ji te ra ey ‘Elî! Tu bûyî serokê min û serokê hemî jin û mêrên bawerdar". Ji zanîna zêdetir ra binêrin: "Tebeqat-ul Enwar" û "El-Xedîr"ê.

Hema di vê rojê da bû ku ev ayet hat xarê:

الْيَوْمَ أَكْمَلْتُ لَكُمْ دِينَكُمْ وَأَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَتِي وَرَضِيتُ لَكُمُ الإِسْلاَمَ دِينًا

Û vêca Pêxember da ber tekbîran (Ellah-u Ekber) û kerem kir:

"Temam bûna pêxemberiya min û temam bûna dînê Xudê pê welayeta ‘Elî ye piştî min".

Di riwayetekî da ku hinek ji mezinên ehlê sunnet jî (Hemwînî) neql kirine, hatiye ku: Ebû Bekr û 'Umer ji cî rabûn û ji Pêxember pirsîn: "gelo ev welayet taybetî ‘Elî ye?" Ewî (s) kerem kir: "taybetî ‘Elî û wesî yên min in, heta roja qiyametê". Gotin: "wesî yên te kî ne?" Kerem kir: «'Elî, bira û wezîr û mîratber û wesî û xelîfê min e li ser ummetê û serokê hemî mu’mina ye piştî min, paşê kurê min Hesen, paşê kurê min Huseyn, paşê neh zarokên min ji pişta Huseyn yêk pê yêkî re, Qur’an gel wa ye û ew gel Qur’anê ne; ne ew ji Qur’anê vedibin û ne Qur’an ji wan vedibê heta li ser hewzê bigehên min. (binêrin: Xayet-ul Meram, bab. 58, hedîs. 4, ku ji Feraida Hemwînî neql bû).

 Gorekî ku ji gelek riwayeta tê zanîn Pêxember (s) pêşda emr jêre hatibû ku eşkere û bi awayek resmî imameta Mîrê bawerdaran teblîx bikê û rabigehênê, lêbelê tirsa wî ji wê bû ku newebê xelk guman bikin ew, vî karî ji ber xwe dikê û vêca qebûl nekin. Vêca ji ber wê yêkê li pey furset û derfetek munasib bû ku rêk ji vî karî re hazir bibê, heta ku ev ayet hat: "Maide - 67"

 يَا أَيُّهَا الرَّسُولُ بَلِّغْ مَا أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ وَإِن لَّمْ تَفْعَلْ فَمَا بَلَّغْتَ رِسَالَتَهُ وَاللّهُ يَعْصِمُكَ مِنَ النَّاسِ إِنَّ اللّهَ لاَ يَهْدِي الْقَوْمَ الْكَافِرِينَ

[ji zanîna pitir ra binêrin tefsîra El-Mîzan]

Pê vê ayetê li ser ragehandina peyama ilahî hat şidandin ku ew peyam jî beraber bû digel peyamên dî hemiyan û ranegihandina wê we bû heçweku risaleta ilahî hemî terk dayî û teblîx nekirî; û mizgînî da wî hezretî ku Xudê Te'ala wê te ji peyhatên wê biparêzê. Di pey hatina vê ayetê re pêxember (s) pê hesiya ku wext û demê munasib gehaye û paş xistina ragehandinê ji vê pêve êdî çênabê. Ji ber wê di Xedîrê da ew peyam ragehand. (Mezinên ehlê sunnet ev mesele ji heft sehabên Pêxemberê Xuda (s) neql kirine, ew jî ev in: Zeyd bin Erqem, Ebû Se'îdê Xudrî, Ibn 'Ebbas, Cabir bin 'Ebdullahê Ensarî, Burra- bin 'Azib, Ebû Hureyre, Ibin Mes'ûd - binêrin: El-Xedîr, c. 1)

Elbet ya taybetê vê rojê ragehandina resmî û bey'et girtina ji xelkê bû; eger ne, Resûlê Xudê li dirêjiya pêxemberiya xwe da gelek caran cîgiriya mîrê bawerdaran (s) ji xwe ra behsê kiribû û hema di wa salên ewwilî yên pêxemberîyê da dema ayeta: «وَأَنذِرْعَشِيرَتَكَ الْأَقْرَبِينَ - mirovên xwe yên nêzîk hişyarîyê bide wan» (Şu’era/ 214) hatî di civata hemî mirovên xwe da got: ewwilîn kesê gazî ya min qebûl bikê ew cîgirê min e. Û ser gotina her kesî, ewwilîn kesê gazî ya pêxember (s) qebûl kirî ‘Elî yê kurê Ebû Talib bû. (binêrin: Tebeqat û El-Xedîrê. Her wiha name ya 20 ya El-Muraci'at)

Her wiha dema ayeta Nisa / 59:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَطِيعُوا اللّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ وَأُوْلِي الأَمْرِ مِنكُمْ

hat xarê û guhdar bûna ji hineka ra bi navê «Ul-ul Emr» bi awayê mutleq û bê qeyd û şert ferz û wacib kir û guhdana wan kir wek guhdana Pêxember (s), Cabir bin 'Ebdullahê Ensarî ji pêxember pirsî: "ev "ul-ul emr" ku guhdana wan di kêleka guhdana te da hatiye danîn kî ne?" Kerem kir: "ew xelîfe yên min in ey Cabir; ew serokên musilmana ne piştî min. Ewwilê wan Elî ibn Ebî Talib e, paşê Hesen paşê Huseyn, paşê Elî ibn Huseyn, paşê Muhemmed ibn ‘Elî - Baqir, ey Cabir tu dê Muhemmedê Baqir bibînî û eger te dît selamên min lê bike; paşê es-Sadiq, Ce’fer ibn Muhemmed, paşê Mûsa ibn Ce’fer, paşê ‘Elî ibn Mûsa, paşê Muhemmed ibn ‘Elî, paşê ‘Elî ibn Muhemmed, paşê Hesen ibn ‘Elî, paşê nav û kunya wî wek ya min Huccet-ullah fî erzih û Beqîyyetu-hu fî 'ibadih kurê Hesenê kurê ‘Elî ...» (Xayet-ul Meram, çapa kevin, s. 267, c. 10, Isbat-ul Hudat, c. 3, s. 123, Yenabî'ul Meweddet, s. 494).

Çewa ku Pêxember (s) gotibû Cabir heta zemanê imameta hezretê Baqir (s) sax ma û selamên Pêxember (s) gehandin wî.

Di hedîsek dî da ji Ebû Besîr neql bûye ku got: "min derheq ayeta "ul-ul emr" da ji Imam Sadiq pirsyar kir-: "derheq ‘Elî yê kurê Ebû Talib û Hesen û Huseyn da hatiye xarê. Min got: "xelk dibêjin: "çima Qur’anê ‘Elî û Ehlê Beyta wî bi nav nedane nasandin?" Kerem kir: "bêje wan: dema ayeta nimêjê hat qet nav ji sê rek'et û çar rek'etan nebir. Û ev Pêxember bû ku ew ji xelkê ra tefsîr kir û bi wî awayî ne ayetên zekat û hecê û ... jî. Evê ayetê jî gereke Pêxember (s) ji xelkê ra tefsîr bikê û ewî wiha kerem kir vê derheqê da: "men kuntu mewlah, fe haza Elîyyun mewlah – ew kesê ez mewlayê wî, vêca Elî mewlayê wî ye". Û kerem kiriye:

 اوصیكم بكتاب الله‌ و أھل بیتی فإنی سألت الله‌ عزوجل أن لا یفرق بینھما حتی یورد‌ھما علی الحوض فأعطانی ذالك

Yanî: "Ez wesiyeta kitêba Xudê û Ehlê Beyta xwe li hewe dikim (ku bikevin pey wan), min ji Xuda xwest ku cudahîyê navbeyna Qur’an û Ehlê Beyta min da çênekê; heta li ser hewz(ê kewserê) ewa bigehênê min û Xuda daxaza min qebûl kir».

Û kerem kir:

لا تعلموھم فإنھم أعلم منكم، إنھم لن یخرجوكم من باب ھد‌ی و لن ید‌خلوكم فی باب ضلالة

"Ewa hîn nekin û ne'elimînin; çimko ew ji hewe zanatir in,ew qet hewe ji derîyê durustîyê paşda nadin û bi alîyê derîyê rê wunda bûnê ve nabin» (Xayet-ul Meram, c. 3, s. 265).

Gelek caran û di axirîka saxiya xwe da jî kerem kiriye:

 إنی تارك فیكم الثقلین كتاب الله‌ و أھل بیتی، إنھما لن یفترقا حتی یرد‌ا علی الحوض

 Ev hedîs mutewatir e û heta bi Tirmzî û Nisayî û Mustedrek û ... jî ji pêxember (s) neql kirine; û me'na wê ev e ku:

"Ez du giranbihaya di nav hewe da dihêlim: kitêba Xudê û Ehlê Beyta xwe ku ew ji hev naqetin heta li bal hewzê (kewserê) bigehên min".

Û kerem kiriye: "Mesela Ehlê Beyta min di nav hewe da mesela gemiya Nûh e; kesê lê siwar bû xilas bû û yê jê paşve ma xeriqî" (Mustedrek, c. 3, s. 151). Her wiha gelek caran gotiye Imam ‘Elî (s): "ente weliyy-u kullu mu'min-in be'dî" - "piştî min tu serokê hemî mu’mina yî". (Mustedrek, c. 3, s. 132, s. 111, Sewa'iq-ul Muweriqe, Ibn Hecer, s. 103, Musnedê Ehmedê Henbel, c. 1, s. 331, c. 4, s. 438 û ...)

Û her wiha bi dehan hedîsên dî ku vêderê ne mecala neqla wa ye. Binêrin: "Kemal-uddîn û Temam-un Ni'me, Sedûq; Bihar-ul Enwar, Mecilsî".

[1] - Işare ye bal Ehzab / 6 ve - النبی اولی بالمؤمنین من انفسھم.

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah