Twitter
Facebook
Google
Youtube
Rss

Îmamet

Îmamet
  • Morteza
  • 2016-07-05 03:07
  • Çap
  • PDF
  • Parvekirina Di Facebookê De
  • Parvekirina Di Twitterê De
  • Parvekirina Di Google Plassê De
  • Parvekirina Di Whatsappê De
  • Hejmara Bikarbiran 625
  • Hejmara Ramanan 0
  • -
    +

Pêxemberê Islamê (s) piştî hicret kirî û çûî Medînê û xelkê wî piştîvanî û arîkariyek bêkêmasî digel wî û muhciran kirîn ku leqeba «ensar» ji xwe re girtin, xîmê hukûmet û komelek Islamî darijand û kar û barê wê rêve birin. Mescid-un Nebî xêncî ji vê ku cihê 'ibadet û teblîx û ragehandina risaletên Xudê û terbiyet kirinê bû; cihê cî kirina muhacir û feqîr û jara jî bû û hema li wê derê rewş û halê wan yê aborî û me'îşetî jî berçav dihata girtin; hema wê derê xêncî ji van karan cihê hukm dana nav xelkê da û biryarên 'eskerî û leşkerî û rêkirina ji ceng û cihadê ra û ... jî bû û di yêk gotinê da em dikarin bêjin li wê derê idare kirin û rêve birina kar û barê dîn û dinya xelkê bi destê pêxember (s) pêk dihata û musilmana xwe berpirsyar zanîyan ku destûrên wî hezretî bi cî bînin, çimko ji alîyê Xuda ve destûr hatibû bêy anîna çi hêcetan û bêy hire wêre guhdariya pêxember (s) bikin[1]  û derheq meselên siyasî û leşkerî û hukm danê da jî bi fermanderiya pêxember (s) destûrên şidandî hatibûn. [2] 

Bi gotinek dî: pêxemberê Xuda xêncî ji menseba pêxemberîyê, berpirsyariya hîn kirin û ronahî kirina ehkamên Islamê jî bi hêvîyê ve bû, her wiha berpirsyariya hakim û rêve birina komela Islamî jî bi hêvîyê ve bû ... .

Dînê Islamê xêncî ji berpirsyariya 'ibadî û exlaqî, ehkamên siyasî û iqtisadî û huqûqî jî ... hebûn û pêxember (s) xêncî berpirsyariya teblîx û te'lîm û terbiyetê ji alîyê Xuda ve li ser hukm û qanûnên ilahî hatibû deynan û hemî mertebên hukmdarîyê hêviya wî ve bûn!

Ronahî ye dînê ku de'wa wî rehberiya hemî komên beşer e, heta xilaseka 'emrê dinyayê, nisbet bi va mesela nikarê bê xem bê; û komelek ku li ser binyata vî dînî hatibê ava kirin çênabê ev berpirsyarî yên siyasî - hukûmetî têda tunebin ku li bin navê imametê da tên cî kirin.

Lê vêca xeberdan derheq vê da ye ku piştî rihleta pêxember (s) ev meqamê imamet û pêşkarîyê bi hêviya kî ve ye û wê ji kî werbigirê? Gelo çewa Xuda ev mertebe û meqam dabû pêxember (s) daye hinek dî jî? Û ev meqam û mertebe pê dana Xudê digehê meşrû'iyetê? An gelo dana Xudê mexsûs bûye ji pêxember ra û piştî wî ew xelk bi xwe ne, ku ji xwe ra imam û pêşkarekî dibijêrin û ewî dikin mezinê xwe? Û gelo ev heq ji xelkê ra heye?

Û ev mesele hema ew nuqta eslî ya ixtilafa di navbeyna Şî'e û Sunniya da ye. Yanî ji alîyekî ve Şî'e ser vê bawerîyê ne ku imamet mertebe û meqamek xudayî ye ku ji alîyê Xuda ve tê dayîn ji wan kesa re ku bikêr vî karî tên û Xudê bi rêka Pêxember ve evî karî dikê û mîrê bawerdaran ‘Elî (selam lê bin) kiriye cîgirê xwe yê bêvebir û paşê jî yazdeh kes ji zarokên yêk paş yêkî kiriye imam û ev mertebe daye wan. Û ji alîyê dî ve ehlê sunnet ser vê bawerîyê ne ku imameta xudayî wek nubuwwet û resaletê pê rihleta Pêxember (s) geha xilasekê û xatime peyda kir; û ji wê pêve kifş kirina imam bi hêviya xelkê ve ye. Û heta hinek ji mezinên ehlê sunnet rasterast gotine eger kesek bi zora silah û çek ser xelkê ket, piştî serketinê guhdana wî û ferman birin ji wî li ser xelkê lazim e.[3] Û ronahî ye ku bîr û hizrên wiha rê vedikin ji istifade ya xirab ya zalim û zordar û hîlebazan ra û dibê sebebê ji hev belav bûn û ji rêderî ya musilmanan.

Di heqîqet da ehlê sunnet pê qebûl kirina meşrû'iyeta imamtê bêy danîna ji alîyê Xuda ve ewwilîn sitûnên cuda kirina dîn ji siyasetê vedan û ser baweriya Şî'an hema ev mesele mezintirîn nuqta xwehrîyê ye ji rêka durusta Islama rastî û ‘ibadetê Xudê di hemî şiklê jiyanê da û her wiha cihê bi cî hatina hezaran xwehrî yên dî ne ku piştî rihleta Pêxember (s) di nav musilmana de çêbûne û an wê çêbin.

Ji ber vê yêkê gelek di cî da ye ku mirovê musilman evê meselê bêy teqlîd û bê te'essub tehqîq bikê û vejenê[4] û vê derheqê da rêka durust peyda bikê û hemî alî berevanîyê jê bikê.

Bêy gotin kifş e ku di vê rêkê da gereke meslehet û xêra hemî cihana Islamê berçav bê girtin û nebê sebeb ku rêkên ixtilafê ji istifade ya dijminên Islamê re vebê û mezhebên muxtelif bikevin beraberê hev da û negerek karek bê kirin ku rêza musilmana ji hev bibê û biqetê û hevrêkiya wan li beraberê kafira de jinav biçê; ew tişta ku zerera wê ji musilmana hemiya ra ye û desthatek xêncî lawaz kirin û ze'êf kirina komela Islamî pêve neyî. Lê ji alîyê dî ve vêca negerek parastina hevgirtina musilmana bibê sebeb ku pêşî li tehqîq û lêkolîn û vejenînê bê girtin û ji nas kirina rêka durust û pêk anîna hewayê salim di nav cami'e ya Islamî ra xebat neyê kirin û mesele ya imametê ku fêhma durusta wî eserek zehfî di bexteweriya musilmana ra hem di dinyayê da hem di axiretê da heye, xef û veşartî bimînê.

Mefhûmê imametê

Imamet di luxet de bi me'na pêşkarî û rehberî ye û heçî kesê pêşkarî û rêveberiya komekî li xwe bigirê «imam» jêre tê gotin; çi di rêka heq da bê û çi neheq û nedurust. Çewa ku di Qur’anê da « أئمة الكفر – Tewbe / 12» derheq serokên kafira da bikar hatiye. Kesê ku nimêjker li pey wî mêj bikin jêra tê gotin: «imamê cema'etê».

Lê di istilaha ‘ilmê kelam da imamet yanî: «riyaseta hemî alî û berfireh li ser komela Islamî di hemî karên dînî û dinyayî da». Û anîna kelîme ya «dinyayî» ji wî qasî ra ye ku berfirehiya imametê were zanîn; eger ne, rêk û pêk kirina karê dinyayî yê komela Islamî jî ji dîn tê hesab kirin.

Di nêrîna Şî'an da serokatî û riyaseta bi vî awayî hingê meşrû' e ku ji alîyê Xuda ve bê û kesê ku bi isalet (ne bi niyabet) xweyê vê mertebê û meqamê bê, ew ji beyana hukm û zanînên dînî ra ji xeletîyê û her wiha ji gunehan parastî ye. Û di heqîqet da ev imamê parastî ji xelet û guneh, xêncî di pêxemberîyê da wekî dî di beyana hukm û qanûn û zanînên Islamî da wek wî ye û her wiha di hemî kar û barê hukûmetê da û fermanên wî hemî huccet in û gereke bên guhdarî kirin.

Vê gorekê ixtilafa Şî'e û Sunniya di mesela imametê da di sê meselada derdikevê meydanê:

ü    Imam gereke ji alîyê Xudê ve bê danîn.

ü    Gereke ew xweyê zanîna xudadayî û parastîyê ji xeletê bê.

ü    Gereke parastî ji guneh bê.

Elbet ev parastî bûn, ne mexsûsê imama tenê ye; çimko ser baweriya Şî'an Fatima Zehra jî (selam lê bin) me'sûm e; herçend ne imam e û hezretê Meryem jî (selam lê bin) me'sûm bûye û belkî di nav welî yên Xudê da jî hinek bi vî awayî parastî hebin ku me xeber ji wan nîne. Û di esil da ji xwe nas kirina mirovê me'sûm xêncî bi rêka nasandina Xudê ve nayê nas kirin.

[1] - Alê ‘Imran/ 3‌2 , 13‌2 , Nisa / 12 , 14 , 69 , 80 . Maid‌e / 92 . Enfal/ 1 , 2 , 46. Tewbe / 71. Nûr/ 51 , 54 , 56 . Ehzab / 66 , 71. Hucurat / 14. Feth / 16 , 17. Muhemmed ‌/ 3‌2. Mucad‌ile / 12. Mumtehine/ 12. Texabun/ 12. Cin / 23.

[2] - Alê ‘Imran/ 152 . Nisa / 42 , 59 , 65 , 105. Maid‌e / 48. Hecc / 67. Ehzab / 6 , 3‌6. Mucad‌ile / 8 - 9. Heşr/ 7.

[3] - Binêrin: El- Ehkam-us Sultaniye, Ebû Ye'lî. û Tercuma Er-Resûl-el E'zem , Semerqend‌î , s. 40 -  42.

[4] - 'Alimên mezin ev xizmet kirine û rêk ji vejenînê ra vekirine. binêrin: 'Ebeqat-ul Enwar , El-Xed‌îr , D‌elail-us Sidq , Isbat-ul Hud‌at . Ji nav kitêbên kurt binêrin: El-Muraci'at û Esl-uş Şî'e we Usûluha.

Ramanan
Hemîyê Mafan Parastî Ye.
www.haditv.com | Powerd by : Dijlah